Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke asta bilind a Hikûmeta Federal a Îraqê li Dihokê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Di civînê de dosyayên enerjiyê yên rawestiyayî, destpêkirina ducare ya hinartina petrolê û aramiya dabînkirina elektrîkê hatin gotûbêjkirin.
Di çarçoveya mijarên enerjî û budceyê yên ku demeke dirêj e li benda çareseriyê ne, li Dihokê di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de civîneke krîtîk pêk hat.
Şandeya federal a bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Enerjiyê Muhsîn Mendelawî hat Dihokê.
Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Ebadî, Wezîrê Elektrîkê Elî Sadî Wehîb û şêwirmendên bi wan re jî di nav şandeyê de bûn.
Şandeyê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civîneke berfireh pêk anî.
Hinartina petrolê û dabeşkirina dahatê
Ofîsa Alîkarê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Enerjiyê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan giranî daye ser çareserkirina pirsgirêkên di sektora enerjiyê de.
Di civînê de çend mijar bi awayekî berfireh hatin nirxandin.
Ew mijar, hinartina ducare ya petrola herêmê ji bo bazarên navneteweyî, mekanîzmayên bazarkirinê û dabeşkirina dahatê ya bi awayekî adil û li gorî destûrê bûn.
Aliyan destnîşan kir ku divê ev pêvajo di çarçoveyeke wisa de bi rê ve biçe ku mafên destûrî û yasayî yên hemû aliyan biparêze.
Muhsîn Mendelawî bal kişand ser girîngiya diyaloga berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Mendelawî da zanîn ku divê planên hilberînê bi stratejiyeke hevpar bên meşandin.
Wî diyar kir ku ev yek hem ji bo dabînkirina temamî ya pêdiviyên navxweyî yên enerjiyê hem jî ji bo zêdekirina dahatên giştî pêwîst e.
Ji bo krîza elektrîkê nexşerêya hevpar
Yek ji xalên girîng ên rojeva civînê jî sektora elektrîkê bû ku ji nêzîk ve eleqedarî her du aliyan e.
Di civînê de biryar hat dayîn ku hevahengiya teknîkî û îdarî ya di navbera Wezareta Elektrîkê ya Îraqê û Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê de bê xurtkirin.
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û ev tişt hatin gotin:
"Her du aliyan li ser çend xalan bi temamî li hev kir. Ev xal xurtkirina hevahengiya ji bo garantiya aramiya dabînkirin û veguhastina elektrîkê ne.
Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên kevnar diyarkirina demeke zelal e.
Xaleke din jî rakirina astengiyên li qadê û xurtkirina hevbeşiya stratejîk a di navbera Bexda û Hewlêrê de ye."



