Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku yek ji wan kesên ku miriye pitikeke yek mehî ye.
Qeza li ser rêya di navbera bajarên Dêhloran û Endîmişkê de çêbû.
Birêvebirê Rewşên Bilez ê Îlamê Mehdî Şabanî li ser qezayê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, du otomobîl ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîne.
Ji ber hêza lêdanê otomobîl bûn xurde.
Piştî agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê qezayê.
Pitika yek mehî mir
Rayedaran eşkere kir ku di qezayê de 3 kes li cihê mirine
Di nav wan kesan de pitikeke yek mehî jî heye.
5 kesên birîndar piştî midaxeleya destpêkê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Mehdî Şabanî da zanîn ku rewşa birîndaran giran e û tedawiya wan li beşa lênêrîna hûr tê kirin.
Bîlançoya qezayan giran e
Rayedaran li ser qezayê lêkolîn da destpêkirin.
Li herêmê ji ber binesaziya kêm û otomobîlên kevn gelek qezayên trafîkê çêdibin.
Li gorî amarên fermî yên Saziya Tiba Dadî ya Îranê, sala borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 19 hezar û 540 kesan canê xwe ji dest da.



