Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê, kesên nenas êrişî Goristana Berxwedanê kir û zerereke mezin gihand tirbên şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Asayîşê.
YPJyê êriş şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku goristanê nû bikin.
Li gorî dîmenên ku gihîştine Rûdawê, êrişkaran kêl û gorên şehîdan şikandine û zerer dane tirban.
Çavkaniyekî taybet ê ji Helebê ji Rûdawê re ragihand ku, "Kesên êrişkar gora şehîdekî bi navê Şervan kolaye û wan cenaze derxistiye derve.
Piştî ku êrişkar ji cihê bûyerê dûr ketine, xelkê deverê cenazeyê wî şehîdî dîsa veşartiye."
YPJ: Divê tawanbar werin cezakirin
Berdevka Yekineyên Parastina Jin Rûksen Mihemedê li ser mijarê daxuyaniyek da Rûdawê û ev destdirêjî bi tundî şermezar kir.
Rûksen Mihemedê bang kir ku komîteyeke pispor ji bo nûjenkirin û parastina goristanên şehîdan were avakirin û daxwaz kir ku tawanbar demildest werin dîtin û cezakirin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di Goristana Berxwedanê ya taxa Şêx Meqsûdê de cenazeyên zêdetirî 100 şehîdên HSDyê û Hêzên Asayîşê hene.


