Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê, jineke ciwan rastî êrişeke bi çekê hat û mir.
Doh li gundê Dêrika Miqûrê yê navçeya Farqînê ya Amedê, kes an jî kesên ku nasnameya wan nediyar êrişî jina ciwan a 26 salî ya bi navê C.B. kir.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê ya lezgîn û tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê da zanîn ku jina ciwan li cihê bûyerê miriye.
Tîman cenazeyê wê ji bo otopsiyê bir Serokatiya Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Hat zanîn ku êriş li qata jorê ya xaniyê duqatî qewimiye û li qata jêrê jî jinên ku ji bo çûyina daweta gund li hev civiyabûn, hebûn.
Di çarçoveya lêpirsînê de, xebatên tîmên ewlehiyê ji bo girtina kes an kesên ku êriş pêk aniye berdewam dikin.


.jpg&w=3840&q=75)
