Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê "Pêşangeha Tekstîlê" îsal cara sêyemîn tê lidarxistin.
Ji bo vekirina pêşangehê, li ser Kolana Adaletê bi piştgiriya Parêzgariyê û bi tevkariya Birêvebiriya Taybet a Bajêr, Birêvebiriya Çand û Turîzmê ya Bajêr û Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê a Êlihê merasîmek hat sazkirin.
Di pêşangehê de 115 şirket û 15 sazî cih girt û di 130 standan de berhemên cihêreng hatin nîşandan û firotin.
Parêzgar Ekrem Canalp diyar kir ku 9 mehên pêşîn ên sala 2026an li Êlihê 13 hezar û 600 kes bûne xwedî kar û ew li bendê ne ku ev hejmar heta dawiya salê bigihîje 18 hezar kesî û axaftina xwe wiha domand:
"Di warê tekstîlê de binesaziyeke me ya bihêz heye lê nabe ku em bêjin binesaziya me ya berê bes e û li cihê xwe bisekinin.
Divê em her tim li pey tiştên nû bin û gavên nû li wan zêde bikin. Ji bo vê yekê, bajarê tekstîlê ya ku me li gundê Kanîkê ava kiriye, gihîştiye qonaxa dawiyê.
Wekî ku îro bi deh hezaran mirov li Êlihê di warê tekstîlê de dixebitin, gava ku bajarê me yê tekstîlê xilas bibe, dê bi serê xwe du qatî vê hejmarê îmkan peyda bibe."
Parlementerê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu jî destnîşan kir ku Êlih her ku diçe bi pêş dikeve, dibe marke û bêhtir hildiberîne.
Nasiroglu da zanîn ku her ku hilberîn zêde bibe dê bêkarî kêm bibe û wiha lê zêde kir:
"Ez bawer dikim ku her ku em hilberînin, dê hejmara bêkarên me kêm bibe.
Hêviya ciwanên me dê zêde bibe, rûyê bazirganên me dê bikene û nirxê markeya bajêr dê bilind bibe."
Ji bo vekirina pêşabgehê alîkarên parêzgar, qeymeqam, şaredarên navçe û bajarokan, serokên partiyên siyasî yên bajêr, birêvebirên saziyan, serokên jûran, berpirsên şirketan û şêniyên bajêr beşdar bûn.
.jpg&w=3840&q=75)


