Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî civiyan.
Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şandeya li gel wî qebûl kirin.
Rewşa siyasî û pêşhatên dawî
Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û rûdanên dawî yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û herêmê bîr û ra hatin guhertin.
Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî di civînê de bal kişand ser paşeroja Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Her du aliyan giringiya pêvajoya diyalogê, hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û mîsogerkirina aramiyê gotûbêj kirin.



