Hewlêr (Rûdaw) - Li Riha û Mêrdînê bahoza xweliyê rabû û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber ewrên xweliyê qalîteya hewayê kêm bû û ji lewra dûrahiya dîtinê jî kurt bû.
Li navenda parêzgaha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, derdora danê nîvro bahoz rabû û hinek wesayît bi xweliyê hatin nixûmandin û hinek welatiyan jî ji bo xwe biparêzin maske danîn ber devê xwe.
Li Mêrdînê bandora ewrên xweliyê zêdetir bû
Li Mêrdînê bahoza xweliyê ya ku danê sibehê dest pê kir, tevî navenda Mêrdînê li navçeyên Qoser û Rişmilê jî bandoreke neyînî kir.
Ewrên xweliyê, li parêzgehê bû sedema kurtbûna dûrahiya dîtinê û kêmbûna kalîteya hewayê. Avahiyên dîrokî, wesayît, pencere û şaneşînên xaniyan bi xweliyê nixûmîn.
Yek ji şêniyên parêzgehê Halîl Bakay diyar kir ku ji ber xweliyê ew nikarin bêyî maske biçin cihekî û wiha lê zêde kir:
“Ez bê maske dernakevim derve. Pêşniyara min ev e ku ti kes bê maske derneyê. Bêhna meriv diçike.”
Hişyariya pisporan
Pispor destnîşan dikin ku li wan herêmên ku xwelî dibare, divê bi taybetî kesên temenmezin, zarok û kesên ku nexweşiya bêhnçikînê (pirsgirêka nefesê) bi wan re heye, baldar bin.
Ji van kesan re tê pêşniyarkirin ku heta ne mecbûr bin dernakevin derve û ji bo xwe ji tozê biparêzin tevdîrên pêwîst bigirin.



.jpg&w=3840&q=75)