Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di merasîma vekirina sala akademîk a 2026-2027an a Zanîngeha Dîlokê de axivî û qonaxa ku pêvajoya çareseriyê gihîştiyê nirxand.
Kurtulmuş da zanîn ku bi temambûna pêvajoyê re dê Tirkiye û herêm bikevin serdemeke nû.
Wî ji bo mayîndebûna aştiyê bal kişand ser girîngiya îradeya siyasî, hevgirtina civakî û bipêşketina aborî.
“50 salên Tirkiyeyê bi terorê derbas bûn”
Kurtulmuş diyar kir ku “teror” yek ji pirsgirêkên herî girîng ên dîroka Komarê ye û got ku Tirkiye nêzîkî 50 salan bi vê mijarê ve mijûl bûye û got:
“Me sedsala yekem a dîroka Komara xwe li pey xwe hişt. Di vê sedsala yekem de me gelek serkeftin bi dest xistin, em rastî gelek zehmetiyan hatin û me gelek tengasî derbas kirin.
Lê em dikarin bi hêsanî bibêjin ku mixabin mijara herî girîng a sedsala yekem a Komarê ew bû ku ev miletê hêja bi belaya terorê ve hate mijûlkirin.
Meseleya terorê ku nêzîkî 50 salên me bir, wekî kelemçeyekê li lingên Tirkiyeyê xist.
Mixabin bû sedema mirina bi dehhezaran mirovan, şehîdbûna bi hezaran zarokên me û herî kêm bû sedema xisareke ji 2 trilyon dolarî zêdetir.”
Kurtulmuş diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo xilasiya ji pirsgirêka terorê hişê dewletê û yê letê anîne cem hev.
Wî da zanîn ku berê jî serkirdeyên siyasî yên cuda ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl daye lê ew hewldan bêencam mane.
Kurtulmuş got ku Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan û Bulent Ecevît jî di nav de gelek serkirdeyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebitîne.
Wî da zanîn ku derdorên navxweyî û yên derve yên wê demê rê nedaye ku ev hewldan bi ser bikevin.
“Hişê dewletê û wijdanê miletê gihîştin hev”
Kurtulmuş ragihand ku Tirkiye îro ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê gavên bibiryar diavêje.
Wî anî zimên ku pêvajo bûye polîtîkaya dewletê û bi tevkariya partiyên cuda yên siyasî bi pêş ve diçe.
Kurtulmuş li ser qonaxa ku pêvajo gihîştiyê ev agahî dan:
“Niha spas ji Xwedê re derfetên cuda derketin pêşiya me. Li vir beriya her tiştî hişê dewletê û wijdanê miletê hatin ba hev û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê helwesteke bibiryar hat nîşandan.
Ev îradeya ku bi pêşengiya Birêz Serokkomarê me derket holê, bi awayekî gelekî cidî bû polîtîkaya dewletê û gav bi gav heta vê qonaxê hat.”
Kurtulmuş bal kişand ser serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û helwesta Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.
Wî her wiha destnîşan kir ku serok û birêvebirên partiyên din ên siyasî jî piştgiriyeke erênî daye pêvajoyê.
Kurtulmuş da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê di civakê de îradeyeke xurt ava bûye û beşên cuda yên siyasî jî ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê hewl didin.
“Divê Tirkiye qurişekî jî xerc neke”
Kurtulmuş diyar kir ku bipêşketinên herêmî û navneteweyî ferz dikin ku Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike.
Wî amaje bi rûdanên li Rojhilata Navîn, Qefqasya, Balkan, Deryaya Reş û Rojhilatê Deryaya Spî kir.
Kurtulmuş da zanîn ku piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê aramiya li herêmê xerabtir bûye û got ku divê Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêkên navxweyî li hemberî pêşhatên herêmî xurttir bibe û wiha pê de çû:
“Ji ber bipêşketinên li vê herêmê û wekî ku berê jî hat diyarkirin ji ber ku ev 3 sal in Îsraîl Xezeyê dike hêncet û ji bo têkdana aramiya tevahiya herêmê bi hêzeke mezin hewl dide, ketiye helwestekê ku gefê li hemû welatên herêmê dixwe.
Loma Tirkiye neçar maye ku keleha xwe ya hundirîn xurt bike. Êdî luksiyeke me nîne ku em zarokekî vî welatî jî ji dest bidin.
Êdî luksiyeke Tirkiyeyê nîne ku qurişekî pereyê xwe jî ji bo têkoşîna li dijî terorê xerc bike.”
Kurtulmuş tekez kir ku ji bo armanca "Tirkiyeya Bêteror" divê hemû beşên civakê bi hev re tevbigerin.
Rola Komîsyona Parlamentoyê
Kurtulmuş destnîşan kir ku di birêvebirina pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" de Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hat damezirandin roleke girîng lîstiye.
Wî xebatên komîteyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wekî mînak bi nav kir.
Kurtulmuş ragihand ku di komîsyonê de 50 parlamenterê cih girtiye û 21 civîn hatine lidarxistin.
Wî got ku nûnerên partiyên xwedî nêrînên cuda nerînên xwe anîne zimên û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî daye pêvajoyê.
Kurtulmuş da zanîn ku rapora Komîsyonê ji 50 parlamenterî bi dengên 47 parlamenteran hatiye qebûlkirin û got ku ev yek nîşan dide dîtinên cuda dikarin li ser heman mijarê li hev bicivin.
Kurtulmuş spasiya endamên Komîsyonê û piştgirên xebatan kir û got kesên tevkariyê li pêvajoyê dikin hêjayî pesnê ne.
“Rapor derî vekir, yasa derî bi temamî vekir”
Kurtulmuş diyar kir ku qonaxa duyem a girîng a pêvajoyê ew qanûn e ku li Parlamentoyê hat qebûlkirin.
Kurtulmuş anî zimên ku yasaya ku 10ê Tebaxê hat qebûlkirin encama xebateke kûr e.
Wî da zanîn ku yasa ji bilî partiyekê bi piştgiriya parlamenterên partiyên din û bi dengên 467 parlamenteran hat qebûlkirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev yasa rê li ber pêkanîna nexşerêya ji bo pêvajoyê vekiriye û wiha got:
“Ev yek vê nîşan dide: Di pêvajoyê de bi piştgiriya erênî û bi niyetpakî ya her kesî û bi birêvebiriyeke serkeftî, hem rapor wekî nexşerêyek hat amadekirin û hem jî yasaya pêwîst derket û pêşiya pêvajoyê vebû.
Ez dibêjim ku rapor vebûna derî bû, yasa jî vekirina derî ya heta dawiyê ye. Li ber me deriyekî nû vebûye.
Ev derî deriyê aştî, biratî, yekîtî, bihevrejiyanê û li gel hemû gelên welatan bipêşketina bi hev re ye. Înşelah em dê di vê rêyê de heta dawiyê bimeşin.”
“Divê xwe ji zimanê cihêkar dûr bixin”
Kurtulmuş diyar kir ku li ber pêvajoyê derfetên girîng hene lê di heman demê de rîsk jî hene û xwest ku li hemberî provokasyonan baldar bin.
Kurtulmuş bal kişand ser ziman û şêwaza axaftinê ya ji bo meşandina pêvajoyê û bang kir ku xwe ji gotinên cihêkar û dûrxistinê dûr bixin û got:
“Mijareke din a girîng a ku divê em di vê pêvajoyê de lê baldar bin, ziman û şêwaza me ye.
Mirov bi zimanê ku bi kar tîne xwe îfade dike û rengê xwe derdixe holê.
Di dema pêş de em qet naxwazin ti hevwelatiyê me, ti birayê me zimanekî cudaxwaz û helwesteke cudaxwaz nîşan bide û bi zimanekî cihêkar biaxive.
Em mecbûr in fêm bikin ku ji zêdekirina nirxên hevpar ên yekîtî, tebayî û biratiyê pê ve rêyeke me nîne û divê em ziman û helwesta xwe li gorî vê pêş bixin.”
Kurtulmuş got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû beşên civakê bi hevgirtin bixebitin.
Sê sernavên bingehîn: Bêdengbûna çekan, hiqûq û bipêşketin
Kurtulmuş destnîşan kir ku gavên di dema pêş de dê di bin sê sernavên sereke de bên komkirin.
Ev jî bêdengbûna tam a çekan, serweriya hiqûqê li gel xurtkirina bipêşketina demokratîk û dabînkirina bipêşketina aborî ya herêmê ne.
Kurtulmuş li ser armancên pêvajoyê got, “Bê guman serkeftina dema bê bi avêtina gavên saxlem û yekgirtî di sê mijarên sereke de ve girêdayî ye.
Ya yekem ew e ku êdî divê çek bi temamî li paş bimînin. Li Tirkiyeyê dê rê ji bo têkoşîneke çekdarî ya ti rêxistina terorê re neyê dayîn û ev yek dê ji holê rabe.
Loma em dibêjin meseleya ewil bêdengbûna çekan e û rakirina têkoşîna çekdarî ji dîroka Tirkiyeyê ye.
Meseleya me ya duyem ew e ku bi bêdengbûna çekan re, rasttir bi şewitandina çekan re, serweriya hiqûqê û bipêşketina demokratîk li hemû qadan li Tirkiyeyê belav bibe û xurt bibe.
Siyaseta Tirkiyeyê ya ku çekên xwe şewitandine û di nav demokrasî û serweriya hiqûqê de xwe baş îfade dike, bawer bikin ti pirsgirêka ku nikaribe çareser bike nîne.
Meseleya sêyem jî ew e ku hevaheng bi pêşketina pergala demokratîk û hiqûqî re, hevaheng bi zêdebûna aramî û asayîşa herêmê re, di warê aborî û bipêşketinê de jî gavên herêmê bên bihêzkirin.”
Kurtulmuş ragihand ku divê encamên berbiçav ên Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror ji aliyê welatiyan ve bên dîtin û armanc ew e ku refah ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya herêmê zêde bibe.
Peyama hevkariya aborî ya Dîlok, Heleb û Şamê
Kurtulmuş diyar kir ku bidawîbûna terorê dê pêwendiyên aborî yên di navbera welat û bajarên herêmê de bi pêş bixe.
Kurtulmuş bal kişand ser korîdorên hevkariya aborî yên ser sînoran ku beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ketibûn rojevê lê piştî şer qada wan teng bibû.
Wî taybetmendiyên dîrokî û çandî yên hevpar ên bajarên wekî Dîlok, Heleb û Şamê bi bîr anîn.
Kurtulmuş got, “Armancek ew bû ku korîdorên hevkariyê bên avakirin da ku hem Sûriye, hem Tirkiye, hem Îraq û hem jî welatên herêmê bi pêş bikevin.
Niha em dikevin serdemeke ku di vî warî de gavên girîng bên avêtin.
Mebesta min çi ye? Ji bo Xwedê, yek ji we rabe ji min re bibêje bê ka kîjan cudahiyên Dîlokê ji Heleb û Şamê hene?
Em behsa erdnîgariyekê dikin ku hema bêje pêkhateya mirovan yek e, taybetmendiyên wan ên cografî dişibin hev, dîroka wan hevpar e û mûzîk, çand, edet û xwarinên wan hema bibêje yek in.”
Kurtulmuş destnîşan kir ku hevkariya aborî ya di navbera bajarên ji Dîlokê heta Helebê dikare dewlemendiyê li seranserê herêmê zêde bike û bi bidawîbûna terorê re rê li ber bipêşketina herêmî vedibe.
Girîngiya Projeya Rêya Bipêşketinê
Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya Projeya Rêya Bipêşketinê ku tê çaverêkirin tevkariyê li bipêşketina aborî ya welatên herêmê, bi taybetî ya Tirkiye û Îraqê bike.
Kurtulmuş diyar kir xeta nêzîkî 1200 kîlometreyî ku dê ji Bendera Fawê ya Îraqê heta Tirkiyeyê dirêj bibe, veguhastina kel û pel û xizmetguzariyan a di navbera Asya û Ewropayê de hêsan dike.
Wî got ev proje dikare bibe şaxeke Rêya Hevrîşimê ya nû û wiha domand:
“Di vê çarçoveyê de eşkere ye ku Projeya Rêya Bipêşketinê ya ku projeyeke navneteweyî ya girîng e, dê Tirkiye û Îraq di serî de tevahiya gelên herêmê bi awayekî cidî bi pêş bixe.
Li ser xeteke nêzîkî 1200 kîlometreyî ya ji Bendera Fawê ya Kendava Besrayê ya li Îraqê heta Tirkiyeyê, veguhastina kel û pel û xizmetguzariyan a navbera Asya û Ewropayê hêsan dibe.
Bi vî awayî wekî şaxeke Rêya Hevrîşimê ya nû dê rêyeke mezin a serwetê derkeve holê.
Dema ku ev xeta 1200 kîlometreyî bi rêya trên û otobanê bi Tirkiyeyê ve bê girêdan û di heman demê de rêyeke 320 kîlometreyî di navbera Riha û Kûrava(Pêşxabûr) de bê çêkirin, hûn liv û tevgera ku dê çêbibe xeyal bikin
Ji xwe ji bo çêkirina vê rêyê 4 welatan peymana hevbeş îmze kiriye.”
Kurtulmuş diyar kir ku bi pêkanîna van projeyan re liv û tevgera aborî ya navbera welat û bajarên herêmê zêde dibe û piştgirî dê ji bo bipêşketina herêmî jî bê dayîn.
“Bi bidawîbûna şer re dê aboriya aştiyê derkeve holê”
Kurtulmuş got ku bidawîbûna terorê ne tenê di warê ewlehiyê de, di jiyana aborî û civakî de jî encamên girîng bi xwe re tîne û destnîşan kir ku ew derdorên ku sûdê ji şer werdigirin dê ji aramiya aştiyê zirarê bibînin.
Kurtulmuş wiha axivî, “Komeke din jî heye ku bi bidawîbûna terorê re dê têk biçe, ez vê jî bibêjim. Baronên şer ên ku sûdê ji aboriya şer werdigirin dê têk biçin.
Baronên şer ên ku ji aboriya pevçûnan qezenc dikin dê winda bikin.
Bi bidawîbûna terorê û avabûna herêma bêteror re, bi îzna Xwedê wekî têgeheke nû aboriya aştiyê dê derkeve holê û destkeftiyên me yên di aboriya aştiyê de dê bibin mînak ji bo hemû cîhanê.”
Kurtulmuş da zanîn ku têkiliyên navbera dewletan tenê bi saziyên fermî re sînordar nînin û divê têkiliyên di navbera gelan de jî bên xurtkirin.
Kurtulmuş spasiya xelkê Dîlokê kir ji ber mêvanperweriya wan a li hemberî Sûriyeyiyan û got ku li Sûriyeyê herî kêm 3 milyon Sûriyeyiyên ku bi Tirkî diaxivin, ji Tirkiyeyê hez dikin û pêbendî Tirkiyeyê ne hene.
Kurtulmuş her wiha diyar kir ku ji bo bipêşketina herêmî erk dikeve ser milê zanîngehan, akademîsyenan, odeyên bazirganî û pîşesaziyê, odeyên çandiniyê û rêxistinên civaka sivîl û xwest ku ev sazî projeyên hevpar pêş bixin.
“Êdî dayîk li vê herêmê nagirîn”
Kurtulmuş destnîşan kir ku di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror de mesafeyeke mezin hatiye birîn û got ji bo bidawîkirina pêvajoyê divê mirov baldar be û li hemberî provokasyonên gengaz bi tedbîr tevbigere.
Kurtulmuş da zanîn ku pêvajo tenê ji tasfiyekirina rêxistineke çekdar pêk naye, di heman demê de xurtkirina têkiliyên navbera gelên herêmê jî li xwe digire.
Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand:
“Di meseleya herî dijwar a dîroka Komarê de me qonaxeke mezin derbas kir. Me encam girt û em dê bigirin.
Êdî li vî welatî, êdî li vê herêmê dayîk nagirîn. Êdî em ti carî rastî xetere û gefeke wekî ‘Gelo Tirkiye perçe bû yan dê perçe bibe?’ nayên.
Em dizanin ku av disekine lê dijmin nasekine. Dema ku em bi van niyetên baş û xebatên jidil bi piraniya milet re dimeşin, em texmîn dikin û dibînin bê ka hin derdorên navxweyî û derve ji bo xirabkirina vê karê çi dikarin bikin.
Ez eşkere dibêjim, ev mesele tenê ji qedandina rêxistineke çekdar pêk naye. Tenê ji xilaskirina rêxistineke çekdar û derxistina yasayekê pêk naye.”
Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya têkiliyên civakî yên di navbera Tirk, Kurd û Ereban de û diyar kir ku hewldanên jihevdûxistina gelan bi ser neketiye.
Kurtulmuş da zanîn ku Dîlok mînakeke bihevrejiyana gelên cuda ye û anî zimên ku rêxistinên terorê bi çek û bombeyan hewl daye têkiliyên navbera gelan xera bikin lê nekarîne têkiliyên mirovan qut bikin.
Kurtulmuş gotinên xwe wiha temam kirin:
“Çek dan wan rêxistinên terorê yên ku wan ava kirine, bombe dan wan. Lê hêza wan têrê nekir ku dilên gelan ji hev veqetînin.
Niha em dibêjin ku em ne tenê qala pêvajoya tasfiyekirina rêxistineke terorê dikin.
Rêya li pêşiya me destpêka komkirin û yekkirina parçeyên me yên belavbûyî ye da ku em hemû bi hev re wekî yekparçeyekê tevbigerin.
Ji ber vê yekê berpirsiyariyên mezin dikevin ser milê welatê me yê ku hêza sereke û navenda vê herêmê ye.
Tirkiye hem wekî welatekî ku têkoşîna xwe ya li dijî terorê bi serkeftî qedandiye rêxistina terorê tasfiye dike, hem jî ji bo welatên herêmê hêviyeke nû, rêyeke nû û arasteyeke nû diyar dike.”



