Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Urmiyeyê û navçeyên bakurê wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê çalakvanên medyaya civakî ve bûye cihê dilgiraniyê.
Demek e li herêmê nerazîbûnek heye ku çalakvan zimanê Kurdî bi kar nayînin.
Hinek ji wan çalakvanan bi temamî zimanê weşan û çalakiyên xwe guherandiye û kiriye Farisî.
Li dibistanan perwerdeya bi Kurdî nîne
Di demekê de ku li Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kiriye, perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne.
Çalakvanên Kurd, encumen û fêrgehên ziman hewl didin ku hinekî vê valahiyê tijî bikin.
Ew dixebitin da ku zarok û ciwanên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibin.
Her wiha medyaya civakî jî bûye derfetek ku çalakvanên Kurd zimanê xwe yê zikmakî bi pêş bixin.
Lê hinek kes vê derfetê bi kar nayînin û xirab bi kar tînin.
Şopîner zêde bûn, ziman bû Farisî
Li gorî şopandinên me, bi taybetî li bajarê Urmiyeyê ev salek e beşek ji çalakvan û bloggerên medyaya civakî bi yek peyvekê jî Kurdî nenivîsandiye û bi Kurdî neaxiviye.
Hinek ji wan di destpêkê de qenalên xwe bi Kurdî vedikin û dest pê dikin.
Lê piştî ku hejmara şopînerên xwe zêde dikin, zimanê qenalên xwe dikin Farisî.
Zarok ji Kurdî dûr dikevin
Welatî dibêjin ku ev yek bandoreke gelekî xirab li zarokên Kurd dike.
Zarokên ku li dibistanan mafê perwerdeya bi Kurdî ji wan hatiye standin, bi sedema van weşanan li malên xwe jî ji zimanê Kurdî dûr dikevin.


