Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Tirkiyeyê li ser baregeha leşkerî ya Başîkê (Zêlkan) hevdîtinek kir.
Alîkarê Parêzgarê Nînowayê da zanîn ku radestkirina baregehê bi hêzên li Şingalê ve hatiye girêdan.
Alîkarê Parêzgarê Nînowayê Xezwan Dawûdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Peymana taybet a radestkirina wê baregeha leşkerî, li New Yorkê di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di navbera Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hat rojevê."
Alîkarê Parêzgarê Nînowayê li ser şertê radestkirinê got:
"Radestkirina Baregeha Leşkerî ya Başîk-Zêlkanê ya Îraqê, bi çarenivîsa hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) ve hatiye girêdan.
Heta ku ew hêz tevlî hêzên ewlehiyê yên Îraqê nebin, baregeh nayê radestkirin."
Pêvajo dê gav bi gav be
Li gorî daxuyaniya hevpar a Îraq û Tirkiyeyê ya roja çarşemê radestkirina baregehê dê hevdem be li gel wan bipêşketinên ku Îraqê di gavên xwe yên ewlehiyê de bi dest xistine.
Ev pêvajo dê bi awayekî qonax bi qonax û li gorî bernameyeke dema ya ku li ser hatiye lihevkirin pêk were.
Baregeha Başîkê
Baregeha Leşkerî ya Başîkê (Zêlkan) li bakurê bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînowayê ye û ji sala 2015an ve hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê lê bi cih bûne.
Ev baregeh di dema şerê DAIŞê de wekî navendeke rahênanê ya ji bo hêzên parêzgeha Nînowayê (wekî hêzên Heşda Niştimanî) hatibû bikaranîn.



