Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bo salvegera 9an a Referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Salvegera serkeftina îradeya gel pîroz be.”
9 sal di ser Referandûma Serxwebûnê re derbas bûn.
Mesrûr Barzanî bi bo salvegera 9an a Referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
"Salvegera serkeftina îradeya gel pîroz û payedar be."
Ji sedî 92,7ê dengan "Belê" bû
Li Başûrê Kurdistanê 25ê Îlona 2017an ji bo serxwebûnê referandum hat lidarxistin.
Di referandumê de zêdetirî ji sedî 72yê wan welatiyên ku mafê wan ê dengdanê hebû beşdarî pêvajoya dengdanê bûn.
Ji sedî 92,7ê beşdaran ji bo serxwebûn û cudabûna Herêma Kurdistanê ya ji Îraqê bi dengê "Belê" deng da.
Guvaş û astengiyên piştî referandumê
Hikûmeta Îraqê û hinek welatên herêmê piştî referandumê guvaşeke mezin xist ser Herêma Kurdistanê.
Di nav wan gavên li dijî Herêma Kurdistanê de, girtina deriyên sînor ên bi Herêma Kurdistanê re ji aliyê Tehranê ve û qedexekirina geştên asmanî û girtina balafirgehan ji aliyê Bexdayê ve hebûn.

.jpg&w=3840&q=75)

