Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê ragihand ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji asta pêşdibistanê heta zanîngehê di nava 2-3 salan de pêkan e.
Wan destnîşan kir ku eger niyeteke baş were nîşandan, kêmasiyên heyî dikarin werin çareserkirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî di nava 2-3 salan de li dibistanan were pêkanîn.
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku li gorî ruhê pêvajoyê divê dewlet gavên yasayî bavêje da ku astengiyên yasayî yên li pêşiya zimanê Kurdî rake.
"Divê Kurdî statuya fermî bi dest bixe"
Dilbahar di axaftina xwe ya ji bo Ajansa Mezopotamyayê de wiha got:
"Divê azadiya Kurdî û hemû zimanên din di Destûra Bingehîn de were misogerkirin û statuyeke taybet ji bo Kurdî were diyarkirin.
Şêweyê vê statuyê dikare bibe mijara nîqaşê lê girîng e ku Kurdî yanî zimanê bi milyonan Kurdan xwediyê statuyeke fermî be.
Ji bo ku Kurdî xwe biparêze û bigihîje paşerojê divê bê guman bibe zimanê perwerdeyê.
Her wiha, divê hemû navên cihan û têgehên ku di eslê xwe de Kurdî bûn lê pişt re hatin Tirkîkirin, vegerin ser rastiya xwe ya Kurdî.
Divê astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî li saziyên fermî û hemû warên jiyana civakî bên rakirin.
Divê hemû çavkaniyên darayî û sazîbûnê yên ku ji bo Tirkî tên veqetandin, ji bo Kurdî jî bên dabînkirin."
"Zazakî rûbirûyê metirsiya windabûnê ye"
Dilbahar li gorî daneyên UNESCOyê bal kişand ser wê yekê ku zaravayê Kirmanckî yê zimanê Kurdî di nav zimanên cîhanê de bi metirsiya windabûnê re rûbirû ye û wiha pê de çû:
"Zaravayê Zazakî (Kirmanckî) nîşaneya herî berbiçav e ku zimanê Kurdî hîn jî di bin metirsiyê de ye.
Bi rastî jî, li gorî daneyên UNESCOyê, zaravayê Kirmanckî yê Kurdî di bin metirsiya windabûn û nemanê de ye.
Gelo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê pêkan e û çawa dikare were pêkanîn? Li gelek welatên cîhanê perwerdeya bi pirzimanî tê dayîn.
Li gelek welatan wekî Swîsre û Swêdê modelên perwerdeya pirzimanî ji dibistana seretayî heta zanîngehê tên sepandin.
Çima tiştekî ku li wan welatan pêkan e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî pêkan nebe?"
"Binesaziya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikare di nava 2-3 salan de were avakirin"
Dilbahar diyar kir ku, "Heke dewlet îrade û niyeta xwe nîşan bide, binesaziya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikare bi hêsanî di nava 2-3 salan de were avakirin.
Angaşta wê yekê ku ev yek ji ber sedemên teknîkî an kêmbûna çavkaniyan ne pêkan e, şaş e.
Tiştê ku li vir girîng e, avakirina niyetê û naskirina mafê gelê Kurd ê wergirtina perwerdeya bi zimanê Kurdî ye."



