Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun di çarçoveya "Prensîba Vekişînê" de dev ji karê xwe berda, Emîn Ay wekî hevserokê nû hat diyarkirin.
Biryar ji aliyê Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ve hat eşkerekirin.
Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê li ser vê guhertinê daxuyaniyek belav kir.
"Hevserokatî mekanîzmayeke demokratîk e"
Di daxuyaniya Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê de ev agahî hatin dayîn:
"Dogan Hatun di çarçoveya 'Prensîba Vekişînê' de ji peywira Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îstifa kiribû.
Ji bo diyarkirina hevserokê nû yê ku dê şûna wî bigire, komîteya me li gorî rê û rêbazên di Belgeya Helwesta Me ya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk de pêvajoyeke berfireh bi rê ve bir.
Di vê çarçoveyê de, di serî de Meclisa Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Amedê, em li Amedê bi rêxistinên xwe yên parêzgeh û navçeyan û saziyên xwe yên demokratîk re civiyan.
Me nêrîn, nirxandin û pêşniyarên hemû aliyên peywendîdar wergirtin.
Pêvajoya diyarkirina hevserok, bi têgihiştineke ku aqilê hevpar û îradeya kolektîf esas digire bi rê ve çû.
Pêşniyarên ku di encama van hevdîtin û nirxandinan de derketin holê, ji aliyê komîteya me ve hatin nirxandin.
Di encama nirxandinên hevpar ên bi komîteyên peywendîdar ên partiya me re, biryar hat dayîn ku hevserokê nû were diyarkirin.
Li gorî vê yekê, ji îro pê ve dê Emîn Ay peywira Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve bibe.
Ji bo me hevserokatî ne tenê modelekî birêvebirinê ye. Ew yek ji mekanîzmayên herî girîng ên demokratîk e ku beşdariya rasterast a civakê ya di nav birêvebiriyê de xurt dike û îradeya gel tîne navenda pêvajoyên biryardayînê.
Ji vî alî ve, peywira hevserokatiyê bi xwe re berpirsyariyeke mezin tîne ku aqilê hevpar û beşdariya demokratîk esas digire.
Di serê vê berpirsyariyê de jî ew tê ku em şaredarvaniya civaka demokratîk bi layiqî bi cih bînin.
Ev şaredarvanî îradeya gel esas digire û beşdariya hemû beşên civakê ya di pêvajoyên gotin û biryardayînê de diparêze.
Em bawer in ku dê têgihiştina şaredarvaniyê ya ku îradeya gel, aqilê hevpar û beşdariya demokratîk esas digire, di serdema nû de jî bi biryardarî bidome.
Em di peywira wî de ji hevalê xwe Emîn Ay re serkeftinê dixwazin."
Emîn Ay kî ye?
Siyasetmedar û birêvebirê xwecihî yê Amedî Emîn Ay, derçûyê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Anadoluyê ye.
Piştî kariyera xwe ya birêvebiriyê ya di sektora taybet de, bi salan e di siyaseta xwecihî ya herêmê û di nav rêxistinên birêvebiriyên xwecihî yên di bin banê DEM Partiyê (berê HDPyê) de bi awayekî çalak dixebite.
Emîn Ay, di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de ji lîsteya DEM Partiyê wekî Endamê Meclisa Şaredariya Çinarê hat hilbijartin.
Ew di heman demê de bû Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî.

.webp&w=3840&q=75)

