Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê ragihand, “Ji bo avakirina hikûmetê hewl hatine zêdekirin.”
Beriya niha Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed gotibû ku dê di van yek du rojan de li ser hikûmetê nûçeyên xweş hebin.
Nifşê Nû jî helwesta xwe eşkere kir û got ku ew beşdarî hikûmeta nû nabin.
Civîna Qubad Talebanî û Konsula Brîtanyayê
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Konsula Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Holly Vareyê re civiya.
Talebanî diyar kir ku wan di civînê de qala avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kiriye û got:
“Cihê kêfxweşiyê ye ku hewl hatine zêdekirin. Me hêvî kir ku alî di demeke nêzîk de bigihîjin lihevkirina dawî û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîn hikûmeteke xizmetguzar ava bikin.”
Qubad Talebanî her wiha destnîşan kir ku di wê civînê de tekezî li ser rola aliyên siyasî yên Îraqê jî hatiye kirin.
Talebanî li ser vê mijarê jî anî zimên, "Me tekez kir ku divê aliyên siyasî yên Îraqê ji bo temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta federal alîkarê hikûmetê bin û hemû post werin dagirtin."
Helwesta mixalefetê: Nifşê Nû û Helwest
Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn daxuyaniyek da.
Şahîn ragihand, “Em wekî Nifşê Nû bi ti awayî beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nabin û em dê di mixalefetê de bimînin.”
Li aliyê din, Serokê Tevgera Helwestê Elî Hemesalih jî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir.
Hemesalih di peyama xwe de nivîsî, “Welatekî din YNK û PDKyê ji bo avakirina hikûmetê rêk dixe!
Kesên din nayên beşdarkirin! Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo PDKyê ye!”
PDK: Dê nûçeyên xweş hebin
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re axivî.
Mihemed li ser civîna Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî û avakirina kabîneya nû agahî dan.
Berdevkê PDKyê diyar kir, “Dê di van yek du rojan de nûçeyên xweş hebin.”


