Hewlêr (Rûdaw) - 11 birêvebir, endam û dostên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji ber pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê hatin darizandin û wan li dadgehê bi Kurdî parastina xwe kir.
Rêxistina PWKyê ya Mêrdînê bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, xwest li ber deriyê avahiya partiyê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
Lê polîsên Qoserê êrişî endamên PWKyê kir û xwest Alaya Kurdistanê ji destê wan bistîne.
Birêvebir û endamên PWKyê û welatperwerên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûbûn, Alayên Kurdistanê radestî polîsan nekirin û daxuyaniya xwe da.
Lê belê Dozgeriya Komarê ya Qoserê ji ber vê çalakiyê li ser 11 birêvebir, endam û dostên PWKyê bi îdiaya "girtin û astengkirina rêyan" doz vekir.
Darizandin hat lidarxistin
Rûniştina yekem a vê dozê 15ê Îlona 2026an li Dadgeha Navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin.
Li gel Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û birêvebir û endamên PWKyê yên ku ji Mêrdîn, Amed, Êlih û Wêranşarê hatibûn, Berpirsê PÊLKURDê Fuad Onen li gel heyeteke PÊLKURDê, nûnerên PDK-BAKUR û PSKyê û gelek siyasetmedarên Kurd tevlî vê rûniştinê bûn.
Sebahattîn Korkmaz, Şeyhmûs Ulek, Sidki Zîlan, Murat Aba û Nurettîn Kiliç wekî parêzer tevlî rûniştinê bûn.
10 birêvebir, endam û dostên PWKyê yek bi yek bi Kurdî parastina xwe kir.
Endamekî PWKyê ji ber ku ne li Qoserê bû, tevlî rûniştinê nebû.
Endam û birêvebirên PWKyî û dostên wan bi Kurdî parastina xwe kir.
"Ev dijminatiya li hemberî Alaya Kurdistanê ye"
Endamên PWKyê û dostên wan ên ku tevlî çalakiyê bûbûn di berdewamiya parastina xwe de, Alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî ya hemû Kurdistaniyan pênase kir.
Wan her wiha Roja Alaya Kurdistanê wekî rojeke neteweyî pênase kir û çalakiya xwe parast.
PWKyiyan got ku sedema vê dozê, tehamulnekirin û dijminatiya li hemberî Alaya Kurdistanê ye.
Sûcê mirovahiyê û hiqûqî
Parêzerên PWKyiyan ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve îdiayên dozgeriyê red kirin.
Di girtenameya polîsên Qoserê de ji bo Alaya Kurdistanê gotina " Qaşo Alaya Kurdistanê" hatibû bikaranîn.
Parêzeran li ser vê yekê got, "Ev gotin, gotineke nijadperest e. Polîsan bi vê gotinê heqaret li miletê Kurd û Kurdistaniyan kiriye û ev sûcekî mirovahiyê û sûcekî hiqûqî ye.
Ji gotinên polîsan ên ku nîşaneya dijayetiya Alaya Kurdistanê ne jî diyar dibe ku ev doz di eslê xwe de berhema tehamulnekirin û dijminatiya Alaya Kurdistanê û nirxên neteweyî yên Kurdan e."
Parêzeran bal kişand ser wê yekê ku ev doz her wiha nîşaneya standardiya ducot e.
Wan anî zimên ku li Qoserê gelek meş û çalakî hatine kirin ku polîsên Qoserê qet midaxele li wan nekiriye.
Dadgehê ji bo rûniştina duyem a darizandinê 23yê Kanûna Pêşîn a 2026an diyar kir.


