Hewlêr (Rûdaw)
- Wezîrê Perwerdeyê yê
Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku 1,9 milyon xwendekar dest bi sala
nû ya perwerdeyê dikin.
Wezîrê Perwerdeyê
Alan Heme Seîd diyar kir ku ji bo sala nû ya perwerdeyê 22 milyon pirtûk hatine
çapkirin, bi giştî ji bo depoyên Herêma Kurdistanê hatine şandin û belavkirina
wan pirtûkan jî dest pê kiriye.
Wezîr her wiha ragihand
ku di serdema perwerdeyê ya 2026-2027an de nêzîkî 1 milyon û 750 hezar
xwendekaran li dibistanên fermî û nêzîkî 170 hezar xwendekaran jî li dibistanên
taybet dest bi perwerdeyê bikin.
Alan Heme Seîd
14ê Îlona 2026an amarên xwendekaran û pêvajoya tomarkirinê ji Rûdawê re
ragihandin û got:
"Li
dibistanên fermî nêzîkî 1 milyon û 750 hezar, li saziyên perwerdeya taybet jî
dê 170 hezar xwendekar hebin lê ji ber ku pêvajoya tomarkirinê berdewam dike,
dê her du amar jî zêde bibin."
“Niha ji sedî 98ê
pêvajoyê qediyaye”
Wezîrê Perwerdeyê
derbarê tomarkirina pola yekem got:
"Her sal di
navbera 150 hezar û 165 hezar xwendekaran de ji bo pola yekem a dibistana
seretayî tomar dibin.
Niha ji sedî 98ê
pêvajoya tomarkirinê qediyaye lê li dibistanan nivîsîna daneyan berdewam dike.
Di heman demê de,
her sal 10-15 hezar xwendekarên nû li sektora perwerdeya giştî zêde
dibin."
Alan Heme Seîd
piştrast kir ku malbat û mamoste derbarê dabînkirina pirtûkan xeman nexwin û
wiha got:
"Herêm di
rewşeke awarte re derbas dibe lê em xweşbext in ku 10ê Îlonê karwanê dawî yê
pirtûkan jî gihîşt Herêma Kurdistanê û li derveyî welat ti pirtûk neman.
Niha zêdetirî 22
milyon pirtûkan hatine çapkirin tenê pêvajoya belavkirina ji depoyan maye û vê
pêvajoyê jî dest pê kiriye."
Wezîrê Perwerdeyê
li ser pirsgirêkên belavkirina pirtûkan wiha berdewam kir:
"Di çend
rojên pêşî yên destpêkirina dibistanan de dibe ku hinek dibistan nikaribin hemû
pirtûkên xwe wergirin lê ev nayê wê wateyê ku pirtûk nînin, ev tenê bi pêvajoya
veguhastinê ve girêdayî ye.
Em her kesî piştrast
dikin ku ji bo hemû saziyên perwerdeyê pirtûkên nû hatine dabînkirin."
Wezîrê Perwerdeyê
di daxuyaniya xwe de cih da rewşa xwendekarên jêhatî jî û got:
"Sê navendên
perwerdeyê yên Wezareta Perwerdeyê ji bo xwendekarên jêhatî hene:
Li Silêmaniyê
Lîseya Ezmerê
Li Hewlêrê Lîseya
Qelayê
Li Dihokê Lîseya
Dihokê
Ev dibistan ji
pola 7an heta pola 12an perwerdeyê didin û xwendekar li gorî pîvan û standardên
cuda û azmûnên jîrbûnê tên pejirandin."



