Hewlêr (Rûdaw)
- Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha
Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kamyoneteke ku xwest ji xala kontrolê bireve, qeza
kir û cendirmeyan 23 koçberên di pişta kamyonetê de girtin.
Bûyer li xala
kontrolê ya cendirmeyan a li gundê Ziravgê qewimî.
Ajokarê kamyonetê
guh neda hişyariya cendirmeyan a "raweste" û bi lez wesayîta xwe ajot
û xwest bireve.
Kamyoneta ku
direviya, piştî demekê li wesayîteke din xist ku ji hemberî ve dihat.
Cendirmeyên ku yekser
gihiştin cihê bûyerê, dît ku 23 koçber di pişta kamyonetê de ne.
Ew koçber ji bo
kar û barên fermî birin Qereqola Cendirmeyan a Qilabanê.
Di bûyerê de, ajokarê
wesayîta din ê bi navê M.A. birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Lê belê ajokarê kamyonetê
yê qaçaxçî, piştî qezayê reviya û winda bû.
Hat ragihandin ku
ji bo dîtin û girtina wî, lêgerîn û vekolîn berdewam dikin.



