Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê
Îranê Ebas Eraqçî sibe diçe Tehranê.
Talebanî dê di çarçoveya vê serdanê de bi Serokkomarê Îranê Mesûd
Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên
Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtinan pêk bîne.
Şêwirmendê serokê YNKyê Bêstûn Fayeq derbarê serdanê
daxuyaniya pêşî da Rûdawê û piştrast kir ku Bafil Talebanî dê sibe bi şandeyeke
fermî li Tehranê be.
Daxuyaniya fermî ya Tehranê
Tehranê jî li ser mijarê daxuyaniyeke fermî da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di
civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de serdana Bafil Talebanî ragihand û got:
"Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Birêz Bafil
Talebanî dê sibe wekî mêhvanê fermî yê Wezîrê me yê Karên Derve Ebas Eraqçî were
Tehranê.
Ev serdan di çarçoveya şêwirên berdewam û asta bilind de pêk
tê ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî yên li gel
hikûmeta federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê û ji bo bihêzkirina aştî û aramiya
herêmî pêk tîne."
Li gorî agahiyên Rûdawê, Bafil Talebanî di dema serdana xwe
ya Tehranê de dê li gel astên herî bilind ên serkirdetiya Îranê hevdîtinan pêk
bîne.
Di bernameya Talebanî de hevdîtinên li gel Serokkomarê Îranê
Mesûd Pizîşkiyan, Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê
Mihemed Baqir Qalîbaf hene.
Mijarên sereke yên van hevdîtinan ev in: Pêwendiyên siyasî û
aborî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, peymana ewlehiya sînoran,
deriyên bazirganiyê yên li ser xeta Silêmaniyê û aloziyên giştî yên herêmî yên
ku li Rojhilata Navîn zêde dibin.



