Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê bi vîdeoyeke
rastkirina agahiyan (fact-checking) a ku tê de naverokeke bi hişê çêkirî hatibû
çêkirin eşkere kir, rekora cîhanê şikand.
Ev vîdeo di nav 24 saetan de li ser platforma Facebookê ji
aliyê zêdetirî 284 milyon kesan ve hat temaşekirin.
Rûdaw bi giştî gihîşt 471 milyon car temaşekirinê û ket nav
5 vîdeoyên herî zêde yên dîroka Facebookê û bi vî rengî navê xwe bi awayê fermî
li Pirtûka Rekorên Cîhanê ya Guinnessê tomar kir.
Medyaya Kurdî di asta cîhanê de bû xwediyê serkeftineke
dîrokî. Tora Medyayî ya Rûdawê bi hejmara temaşekirinên di 24 saetan de rekora
cîhanê şikand û bû xwediyê sernavê Rekorên Cîhanî yên Guinnessê (Guinness World
Records).
Ev rekora ku ji aliyê Guinnessê ve fermî bû, di çarçoveya 24
saetan de bi 284 milyon û 7 hezar û 601 carên temaşekirina yekane hat
tomarkirin.
Naveroka ku rekor anî: Qezaya barhilgiran a bi hişê
çêkirî
Naveroka ku li seranserê cîhanê rekor şikand û dema wê
xulekek û 8 çirke bû, bi xebateke kûr û hûr a Maseya Dîjîtal a Rûdawê ya ji bo
piştrastkirina agahiyan (fact-checking) derket holê.
Li seranserê cîhanê li ser torên civakî vîdeoyek belav bûbû
ku ji lehengtiya ajokarê barhilgirê Îmad Celal ê ji bajarê Dîmyatê yê Misirê
hatibû îlhamgirtin.
Di dîmenan de dihat nîşandan ku wergerîna barhilgireke ku
lastîka wê teqiyaye, bi mertalbûna barhilgireke din tê astengkirin û wesayît tê
rizgarkirin.
Rûdawê ev dîmenên ku li ser gelek platforman wekî qezayeke
rastî hatibûn parvekirin xistin bin çavdêriyê û piştrast kir ku ev vîdeo bi
hişê çêkirî hatiye çêkirin û meha tîrmehê bi daxuyaniyeke berfireh ji bo
şopînerên xwe belav kir.
Bi 471 milyon temaşekirinê di lûtkeya dîroka Facebookê de
Ev hişyariya Rûdawê û vîdeoya piştrastkirinê li seranserê
cîhanê pêleke nedîtî ya karvedanan çêkir.
Vîdeo heta niha bi giştî gihîşt 471 milyon temaşekirinê û
ket nav 5 vîdeoyên herî zêde yên dîroka Facebookê.
Vê parvekirinê zêdetirî 14,4 milyon caran ecibandin (like),
179 hezar şîrove û zêdetirî 311 hezar caran jî parvekirin bi dest xistin û ket
dîroka medyaya civakî.
Rayedarên Guinnessê: Hûn bêhempa ne
Rayedarên Rekorên Cîhanî yên Guinnessê bi peyameke vîdeoyî
Rûdaw bi fermî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Li ser navê Rekorên Cîhanî yên Guinnessê, em bi
serbilindiyeke mezin vî sernavî pêşkêşî we dikin. Hûn bi awayê fermî bûn
bêhempa (Officially Amazing)."
Birwa Kiyanî: Rastî meseleyeke endazyariyê ye
Birêvebirê Medyaya Dîjîtal a Tora Medyayî ya Rûdawê Birwa
Kiyanî felsefeya rojnamegeriyê ya li pişt vê rekorê bi van gotinan anî zimên:
"Rastî bi tesadufan bi dest nakeve, rastî meseleyeke
endezyariyê ye. Divê hûn bi pey koka bûyerê bikevin, demê piştrast bikin, agahiyan
ji hev derxin, dîmenên peykê bidin ber hev û heta ku rêjeya şaşiyan dakeve
sifirê çavkaniyan vekolin.
Ev jî dîsîplîn, wêrekî û ji her tiştî zêdetir tîmekê dixwaze
ku baweriya demdirêj deyne pêşiya klîk û dopamîna kêliyê.
Di serdemekê de ku manîpulasyonên hişê çêkirî herikîna
nûçeyan tehdît dikin, Rûdaw careke din ji bo bi sed milyonan mirovên li çar
aliyên cîhanê bû stargeha agahiyên pêbawer."
"Ji bo medyaya Kurdî werçerxanek e"
Edîtorê Rûdawê Dîjîtalê Dilzar Zubêrê ku piştî pêvajoya
teqezkirina rastiyê vîdeo li ser hesabê Facebookê yê Rûdawê parve kiribû, diyar
kir ku ev serkeftin keda tevahiya tîmê ye û got:
"Ev rekor ne tenê hejmareke temaşekirinê ye, nîşana baweriya
xurt a şopînerên çar aliyên cîhanê ya bi branda Rûdawê ye."
Berpirsa Beşa Teknîkê ya Rûdawê Sahîre Sidiqê jî li ser
serkeftinê got:
"Wekî yekem medyaya Kurdî ketina Pirtûka Guinnessê cihê
serbilindiyeke mezin e. Ev serkeftin ji bo me ne xala dawî ye, destpêka
serdemeke nû ye ku em dê tecrubeyên herî pêşketî pêşkêşî bikarhênerên xwe yên
dîjîtal bikin."


