Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Birêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser şehîdkirina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Heso (Hiznî) û aloziyên li Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.
Di encama aloziyên li Kobaniyê de 8 kesan canê xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar bûn.
"Xwenîşandan mafekî rewa ye lê kaos ne çareserî ye"
KNKyê destnîşan kir ku belavbûna dîmenên kuştina Sîpan Heso bi awayekî hovane, di nav gel de bûye sedema hêrseke mezin.
Li çend bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan hatin lidarxistin.
KNKyê da zanîn ku xwenîşanderan ev kiryara hovane şermezar kir û daxwaz kir ku kujer werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn.
KNKyê di daxuyaniyê de bal kişand ser aloziyên li Kobaniyê û got:
"Hêzên girêdayî Şamê û komên nêzîkî Tirkiyeyê hejmarek xwenîşander desteser kirin û xwest wan bibin Girtîgeha Helebê.
Aloziyên li derdora Girtîgeha Kobaniyê û mirina 8 kesan û birîndarbûna 18 kesan bipêşketineke gelekî metirsîdar e."
Daxwaza lêkolîneke zelal û bêalî
KNK xwest ku derbarê rûdanan de lêkolîneke zelal, serbixwe û bêalî were kirin.
Hat xwestin ku rastî eşkere bibe û hesab ji berpirsyaran were pirsîn û ew werin cezakirin.
KNKyê sersaxî da malbatên qurbaniyan û şifaya bilez ji bo birîndaran xwest.
KNKyê bangî xelkê kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û got:
"Xwenîşandan mafekî rewa ye lê kaos ne çareserî ye. Mal û milkên giştî û taybet biparêzin û rê nedin ku ev hêrs bibe sedema aloziyên navxweyî yan jî wêrankirinê."
"Ji bikaranîna hêzê dûr bisekinin"
KNKyê bangî rayedarên ewlehiyê û yên hikûmetî jî kir ku ji bikaranîna hêzê û provokasyonan dûr bisekinin.
Hat xwestin ku ji bo çareserkirina aloziyan kanalên diyalogê yên cidî werin vekirin.
Her wiha bangî rûspî, kesayetên civakî û partiyên Kurdan hat kirin ku ji bo parastina aştiya civakî û aramkirina rewşê rola xwe bilîzin.
KNK tekez dike ku qonax gelekî hestiyar e, lewma divê her kes zimanê aqil bi kar bîne û berjewendiya giştî li pêş bixe.


