Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nîqaşa nû ya li ser bikaranîna zimanê Kurdî yê li Xaneqînê saziyên Herêma Kurdistanê ji bo ferzkirina zimanê Kurdî ya wekî zimanê sereke yê li ser tabelayên dikan û kargehan dest bi kampanyayeke berfireh kir.
Rayedarên li Hewler, Silêmanî û Dihokê hişyarî dan ku tabela bi rêziknameyê re ne li hev bin dê werin rakirin û ruxsetên karkirinê jî neyên nûkirin.
Şaredarê Hewlêrê Karzan Ebdulhadî di axaftina xwe de ji Rûdawê re diyar kir, biryar hatiye dayîn ku tabelayên dikanan li Kurdî werin wergerandin û got:
"Eger tabelaya kargehekê ne bi Kurdî em dê destûrê nedin."
Karzan Ebdulhadî rêzikên derbarê bikaranîna zimanên din ên li ser tabelayan diyar kir:
"Ti pirsgirêkên bi zimanên din re nînin lê divê navê sereke bi tîpên mezin û bi Kurdî were nivîsandin û zimanên din jî li dû wê werin.
Tabelaya kargehên ku bi vê rêzikê re ne li hev bin dê werin rakirin."
Dihok: Komîsyon bi berdewamî bazarê teftîş dikin
Berdevkê Şaredariya Dihokê Şêrwan Hesen behsa biryara Şaredarî û Wezareta Geştyariyê kir û destnîşan kir ku divê nivîsên bi Kurdî li ser tabelayan diyar bin û got:
"Komîsyonên me bi berdewamî bazarê teftîş dikin.
Li cihê ku Kurdî ne hêmana sereke be destûr jê re nîne."
Silêmanî: Şertê nûkirina destûrê bi Kurdîbûna tabelayan e
Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bal kişand ser aliyê qanûnî yê mijarê û ji Rûdawê re got ku ev gav li ser Qanûna Zimanên Fermî ya Herêma Kurdistanê (Qanûna Hejmar 6 a 2014) hatiye avêtin.
Parêzger Heval Ebûbekir li ser mijarê wiha axivî:
"Heta ku tabeleya kargehekê li gorî rêzikên nivîsandina bi Kurdî neyê danîn destûra kar jî dê neyê dayîn û destûrên heyî neyên nûkirin.
Hemû saziyên têkildar ji bo şopandin û bicîhanîna vê biryarê hatin erkdarkirin."



