Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê li herêma Hewramanê ya başûrrojhilatê Silêmaniyê gule li kolberan reşandin.
Êriş nîvê şeva duşemê li nêzîkî gundê Daray Marê ya Silêmaniyê pêk hat.
Di reşandina guleyan a Supaya Pasdaran a Îranê de 2 hêstir mirin û 4 jî birîndar bûn.
Kolberekî ku ji êrişê rizgar bû û nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re got:
"Zêdetirî 500 guleyan hatin reşandin, em bi zorê ji mirinê rizgar bûn.
2 hêstirên me mirin, 4 birîndar bûn û me hemû barê xwe winda kir."
Kolberê ku diyar kir ew derçûyê zanîngehê ye anî zimên ku 10 hevalên wî bi guleyên hêzên sînor ên Îranê mirine.
Bêkarî, lêçûnên zêde yên jiyanê û krîza aborî ya li Rojhilatê Kurdistanê xelkê neçar dike ku kolberiyê bike.
Xelk ji ber bêkariyê bi heqdestekî kêm li herêmên çiyayî berhemên wekî qehwe, caw, çay û kel û pelên din bêyî bacê di sînor re derbas dikin.
Di 8 mehan de 10 kolber hatin kuştin
Meha borî li Baneyê kolberekî 25 salî ji aliyê Îranê ve hat kuştin, meha tîrmehê jî kolberekî din hatibû kuştin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku navenda wê li Osloyê ye, di 8 mehên dawî de 10 kolber ji aliyê hêzên sînor ên Îranê ve hatine kuştin.
Ji destpêka sala 2026an ve zêdetirî 12 kolber bi guleyên rasterast bûn armanc û herî kêm 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Îranê destûrên bazirganiya sînorî sînordar kirin.
Hezîrana 2025an zêdetirî 10 hezar belgeyên destûrê hebûn.
Ev hejmar bi sînordarkirinên nû û girtina sînoran kêm bû û bi hezaran kolber bêkar man.
Hengawê diyar kir ku sedema kêmbûna hejmara bûyeran a li gorî salên borî, kêmbûna çûn û hatinê ye.
Ev çalakî ji ber şerê Amerîka û Îranê û aloziya herêmî kêm bûne.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)