Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xizmetên xwe yên pirzimanî de, qeydên serdema nû yên kursên zimanî dan destpêkirin.
Serlêdanên ji bo kursên Kurmancî, Kirmancki/Zazakî, Soranî, Ermenî û Suryaniyê dê di navbera 1 û 14ê Îlona 2026an de werin kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser malpera xwe ragihand ku kesên ku bixwazin dikarin bi rêya DÎSMEKê serlêdana xwe bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên ji bo parastina pêkhateya pirzimanî û pirçandî ya bajêr didomîne.
Armanceke din a van xebatan jî xurtkirina zimanên zindî û zindîkirina zimanên qedîm e.
Birêvebiriya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve dê van kursan organîze bike.
Dê di serdema nû ya perwerdeyê de bi 3 zimanan kurs di astên cihê de werin dayîn.
Kurmancî û Kirmanckî
Di serdema nû de Kurmancî û Kirmanckî dê kursên di astên A1, A2 û B1ê de werin dayîn.
Ev perwerde ji asta destpêkê heta asta navîn hatine plankirin.
Tê armanckirin ku şiyanên xwendin, nivîsandin, guhdarîkirin û axaftinê yên beşdaran bi pêş bikevin.
Armanca van kursan ew e ku alîkariya fêrbûna zaravayên cihê yên Kurdî bikin û bikaranîna wan a di jiyana rojane de zêdetir bikin.
Her wiha dê ev kurs bibin alîkar ku mîrateya ziman ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe.
Kursa Soraniyê
Kursa Soraniyê ya ku dê di serdema nû de were vekirin dê tenê di asta A1ê de be.
Armanc ew e ku beşdar fêrî rêzimana bingehîn a Soraniyê bibin û şiyanên ragihandinê yên destpêkê bi dest bixin.
Ermenî û Suryanî
Zimanên kevnare ku di bîrdank û çanda Amedê de xwedî cihekî girîng in jî di bernameyê de ne.
Dê kursên Ermeniyê di astên A1, A2 û B1ê de werin dayîn.
Her wiha dê kursa Suryaniyê jî di asta A1ê de were vekirin.
Bi van perwerdeyan tê armanckirin ku zimanên kevnare werin parastin û hînbûna wan bê teşwîqkirin.
Her wiha tê xwestin ku ev ziman di jiyana bajêr de dîsa derkevin pêş.
Serlêdan li ser DÎSMEKê ne
Kesên ku dixwazin beşdarî kursên ziman bibin, dikarin di navbera 1 û 14ê Îlona 2026an de qeyda xwe bikin.
Serlêdan dê li ser malpera fermî ya DÎSMEKê (dismek.diyarbakir.bel.tr) werin kirin.


.jpg&w=3840&q=75)
