Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Sûriyeyê Ferhad Şahîn got, “Vekirina deriyê sînor ê Kobaniyê ji bo aboriyê girîng e.”
Ferhad Şahîn ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser krîzên xizmetguzarî, civakî û perwerdeyê yên li herêma Kobaniyê.
Pirsgirêka avê û deriyê sînor
Ferhad Şahîn ragihand ku di serdema rejîma Beasê de projeya kişandina ava Feratê ji bo Kobaniyê hebû lê ev proje pêk nehat û ji bo herêma Sifîrê hat veguhastin.
Ferhad Şahîn da zanîn ku ev proje ji bo herêmê jiyanî ye û got:
"Divê biryara kişandina avê derkeve da ku nifşên paşerojê ji wê sûdê wergirin."
Her wiha wî destnîşan kir ku vekirina deriyê sînor ê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kobaniyê de ji bo aboriya herêmê gelekî girîng e.
Ferhad Şahîn diyar kir ku ew dê bi hemû hêza xwe ji bo vê yekê bixebitin.
Metirsiya madeyên hişbir
Parlamenterê Sûriyeyê li ser belavbûna madeyên hişbir ya li Kobanî û bajarên Sûriyeyê hişyarî da.
Wî bangî komîteya tenduristiyê ya parlamentoyê kir ku ji bo dermankirina bikarhênerên madeyên hişbir navendên taybet veke.
Her wiha wî xwest ku rê li ber belavbûna madeyên hişbir were girtin.
Berdana girtiyan
Ferhad Şahîn li ser girtina Mihemed Berekê û girtiyên din ên ku sûcekî wan nîne jî axivî.
Wî diyar kir ku Parêzgarê Helebê soz daye ku dê di demeke nêzîk de werin berdan û got:
"Her kesekî ku sûcek nekiribe divê were berdan. Eger encameke erênî dernekeve, em dê vê mijarê di komîteya parastinê ya parlamentoyê de gotûbêj bikin."
Zimanê Kurdî û Zanîngeha Kobaniyê
Ferhad Şahîn li mijara perwerdeyê jî nerazîbûna xwe ya li ser diyarkirina sê waneyên Kurdî yên di hefteyekê de nîşan da û got, “Ev dem têrê nake û divê were zêdekirin.”
Şahîn ev gav wekî destpêkekê bi nav kir û wiha domand:
“Vegera li serdema Beasê êdî ne pêkan e. Bila Zanîngeha Kobaniyê ji aliyê hikûmetê ve bi fermî were naskirin.”
.jpg&w=3840&q=75)


