Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û pîkapek li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, pîkapa bi plakaya 02 ER 200 a ku S.Y.yê 47 salî diajot û otomobîla bi plakaya 35 AYB 658 a ku B.Ç.yê 44 salî diajot li ser rêya Kolik û Siwêregê li hev qelibîn.
Di qezayê de her du şofêr û 6 kesên din ên di wesayîtan de birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya yekem, birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.



