Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Federal a Almanyayê yê Partiya Keskan Qasim Tahir Salih qebûl kir.
Di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Berlînê û rewşa koçberên Kurd ên Êzidî hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Qasim Tahir Salih daxuyaniyek belav kir.
Piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê û koçberên Êzidî
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de pesnê piştgiriya Parlamentoya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê ya di demên dijwar de da.
Nêçîrvan Barzanî bi taybetî bal kişand ser rola Almanyayê ya di şerê li dijî terorê de û her wiha ji ber hewandin û alîkariya koçberên Kurd ên Êzidî spasiya wî welatî kir.
Xurtkirina pêwendiyan
Di beşeke din a civînê de, bipêşketinên dawî yên rewşa herêmê hatin nirxandin.
Her du aliyan daxwaza xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê yên di hemû waran de anî zimên û li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin.


