Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo wan gerîlayên ku canê xwe ji dest daye şîn hat danîn.
Girseya xelkê û gelek kes ji derdora Colemêrgê berê xwe da konê sersaxiyê.
Wêne û poster hatin daliqandin
Li qada sersaxiyê wêneyên kesên ku canê xwe ji dest daye û posterên Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Her wiha pankartek ku li ser wê "Şehîd Namirin" hatibû nivîsandin, li qadê hat vekirin.
Malbatan sersaxî qebûl kir û ji bo bîranînê gul danîn.
Dayîkên Aştiyê beşdar bûn
Endamên Meclîsaya Dayîkên Aştiyê yên Colemêrgê jî beşdarî merasîma şînê bûn.
Malbatên ku ketin qadê wêneyên zarokên xwe hilgirtin.
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û sînevîzyonek hat nîşandan.
Li aliyê din, hat ragihandin ku ji bo sersaxiyê li 8 gundên din ên navçeyê jî kon hatine vedan.



