Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê ragihand, “Dema pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror gihîşt armanca xwe, dê li pêşiya miletê me deriyên serdemeke nû vebin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di “Bernameya Qada Çalakiyê ya Xelatê” de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got:
“Dema pêvajo bigihêje armanca xwe dê bazirganên xwînê winda bikin.
Aliyên ku ji terorê sûdê werdigirin dê winda bikin.
Aliyên komkujkar ên ku dixwazin herêma me bixin nava bêîstiqrarî û aloziyê, dê winda bikin.
Dê çepera mirovahiyê û biratiyê qezenc bike, dê aştî û aramî serdest bin.
Yê serkeftî dê bi 86 milyon welatiyên xwe ve miletê Tirk be.”
Erdogan diyar kir ku hinek alî ji bo ku pêvajo neçe serî lîstikan dikin û ew wan aliyan baş nas dikin.
“Hûn nikarin me ji rêya me vegerînin”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha li pey çû:
“Li gel biratiya me, dê aboriya me jî bihêztir bibe.
Li gel xweşguzeraniyê dê berxwedana çepera navxwe jî bihêztir bibe.
Di serî de Sûriye û Îraq, cîranên me yên nêzîk dê bigihêjin aramiyê ku salên dirêj e li hêviya wê ne.
Li gel Tirkiyeyê û miletê Tirk, dê hemû gelên bira yên li erdnîgariya me qezenc bikin.
Em dizanin kî ji vê rewşê aciz e û kî bi fikar e.
Ez ji wan re dibêjim, hûn çi dikin, bikin lê hûn nikarin me ji rêya me vegerînin.
Hûn nikarin rê li ber me bigirin ku em wekî Tirk, Kurd û Ereban bi birayane hev hembêz bikin.
Em dizanin hûn kîjan hesaban dikin, em baş dizanin ku hûn çi lîstikan dikin.”


