Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de îfadeyên şahidê nihenî û amarên teknîkî careke din bûn rojev.
Parêzerê malbata Dokuyan Alî Çîmen eşkere kir ku şahidekî nihenî yê bi nasnavê "Şubat" îfade daye.
Li gorî gotina parêzer, şahidê nihênî li xwe mikur hatiye ku Gulistan Doku roja windabûna xwe, yanî 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li herêma Rostanê hatiye kuştin.
Wî da zanî ku her wiha termê wê jî li nêzîkî heman herêmê hatiye veşartin.
"Sînyalên telefonê jî îfadeyan piştrast dikin"
Alî Çîmen anî zimên ku amarên sînyalên HTSyê yên telefona Gulistan Dokuyê jî van îfadeyan piştrast dikin.
Çimkî sînyala dawî ya telefona wê jî cihê Rostanê nîşan dide.
Gumanbarên sereke li cihê bûyerê bûne
Li ser amarên HTS (Lêgerîna Trafîkê ya Dîrokî), KGYS (Sîstema Birêvebiriya Ewlehiya Bajêr) û PTSyê (Pergala Naskirina Pelaqeyan) lêkolîn hatin kirin.
Di encama van lêkolînan de hat fêmkirin ku gumanbarê sereke Mustefa Turkay Sonel (kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel) di dema bûyerê de li herêma Rostanê bûye.
Her wiha kesên bi navên Şukru Eroglu, Fatîh Ozmen û Erdogan Elaldi yên ku bi tohmeta "tevlîbûna sûcê kuştinê" girtî ne û gumanbarê fîrarî Umut Altaş jî di wê demê de li heman deverê bûne.
"Gumanbar li cihê bûyerê maye"
Li gorî Parêzer Alî Çîmen bipêşketineke din a girîng jî 8 rojan piştî windabûna Gulistan Dokuyê rû daye.
Amarên teknîkî nîşan didin ku gumanbarê kujer Mistefa Turkay Sonel, 13ê Kanûna Paşîn a 2020an çûye wî cihê ku tê îdiakirin Gulistan Doku lê hatiye kuştin.
Hatiye tesbîtkirin ku gumanbar şeva xwe li wir derbas kiriye.
Çîmen li ser vê rewşê ev pirs pirsîn:
"Mirov dikare çawa şîrove bike ku 8 rojan piştî bûyera kuştinê, gumanbarê kujer Mistefa Sonel li cihê ku ew kes lê hatiye kuştin maye û heta sibehê maye?
Gelo wekî wê yekê ye ku kujer her tim vedigere cihê bûyerê? Yan ji ber ezaba wicdan e?"



