Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, çû serdana Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana.
Kesayetiyê navdar ê siyaseta Kurd Mehdî Zana niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Bakirhan ew li nexweşxaneyê ziyaret kir.
Bakirhan piştî serdanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Bakirhan diyar kir ku wî li ser rewşa tenduristiya Zana ji rayedaran agahî wergirtine.
“Zana di demên herî zehmet de têkoşiyaye”
Bakirhan bal kişand ser dîroka siyasî û têkoşîna Mehdî Zana û got:
“Mehdî Zana kesayetek e ku di serdemên herî zehmet ên dîroka siyasî ya Kurdan de têkoşiyaye û bedêl daye.”
Bakirhan xwest ku Zana bigihîje tenduristiya xwe û pê de çû:
“Ez hêvî dikim ku ew di demeke herî kurt de baş bibe û careke din di nava me de be.
Ez ji Birêz Zana re şîfaya bilez dixwazim.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di peyama xwe ya li ser hesabê Xê de jî ev tişt anîn zimên:
“Me Şaredarê berê yê Amedê û yek ji kesayetiyên hêja yên siyaseta Kurd Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê tê dermankirin ziyaret kir.
Me li ser rewşa tenduristiya wî agahî wergirtin.
Mehdî Zana kesayetek e ku di serdemên herî zehmet ên dîroka siyasî ya Kurdan de têkoşiyaye û bedêl daye.
Ez hêvî dikim ku ew di demeke herî kurt de baş bibe û careke din di nava me de be. Ez ji Birêz Zana re şîfaya bilez dixwazim.”



