Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji hikûmeta Îraqê xwest ku êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zelal bike.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, piştî êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi wî re bi telefonê axivî.
Tuncer Bakirhan di hevdîtinê de diyar kir ku ew wekî DEM Partiyê êrişê şermezar dikin.
"Em her tim li gel we ne"
Bakirhan ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re daxwaza silametiyê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di pêwendiya bi telefonê de da zanîn ku ew her tim li gel wan in.
Bangî Bexdayê kir
DEM Partiyê li ser hevdîtina Bakirhan û Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew van êrişan xeternak dibînin.
Li gorî DEM Partiyê, êrişên bi vî rengî şer û aloziyê li herêmê tînin rojevê û bêaramiyê kûr dikin.
DEM Partiyê di dawiya daxuyaniyê de bangî birêvebiriya Bexdayê kir ku rûdanê ronî bike.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



