Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Berpirsê Ajansa Parastinê bi tundî şermezar kir û got ku ti hinceta van êrişên nerewa nîne.
Baregeha Barzanî li ser êrişa bi dronan daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de anî zimên:
"Em bi tundî wê êrişa bi dronan şermezar dikin ku berê vê sibehê ji aliyê sînorê Îranê ve li Pîrmamê li ofîsa Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin."
“Bikaranîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake”
Baregeha Barzanî bal kişand ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê ya di nakokiyên herêmê de û wiha pê de çû:
"Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji van şer û aloziyên ku li herêmê hene.
Ev êrişên nerewa ku ti hincetê hilnagirin, hewldanek in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê.
Bikaranîna dron û mûşekan pirsgirêkan çareser nake."
PDK: Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşeke şer
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ev êriş wekî kiryareke "têkder" bi nav kir û diyar kir ku ev tevger ne di berjewendiya ti aliyî de ne.
Mekteba Siyasî ya PDKyê li ser êrişên bi dronan ên şeva borî daxuyaniyek belav kir û got:
"Di demekê de ku her kes li bendê bû ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê parastî be û destdirêjî lê neyê kirin, mixabin şeva borî bi rêya du dronan ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hatin armanckirin."
PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû hewldanên Herêma Kurdistanê ji bo wê ne ku xwe ji şer û aloziyên herêmê dûr bixe û got:
"Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji şer û aloziyan û nabe jî."
PDKyê destnîşan kir ku ev êriş ji bo bipêşxistina pêwendiyan metirsîdar in û rewşê zêdetir aloz dikin.
Banga li Bexdayê
Mekteba Siyasî ya PDKyê ji Bexdayê xwest ku helwesta wê hebe.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin:
"Em bi zelalî diyar dikin ku erkê hikûmeta federal a Îraqê ye ku li ser vê mijarê bi awayekî cidî dengê xwe bilind bike û rê li ber van êriş û binpêkirinan bigire.
Her wiha divê di dema herî zû de bi rêyeke guncav rûbirûyî van cure destdirêjiyan bibe."
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



