Hewlêr (Rûdaw) - Di 80yemîn salvegera jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî de, gelek serkirde, dîplomat, general û senatorên payebilind ên Amerîka û cîhanê wî pîroz dikin dikin û balê dikişînin ser rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di parastina aramiya herêmê, têkbirina DAIŞê û xurtkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurd û civaka navneteweyî de.
Amerîka: Hevpeymanî û dostaniya dêrîn
Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîkayê Robert F. Kennedy, Serok Barzanî pîroz dike û dibêje: "Kurd û Amerîka hevpeymanên dêrîn in. Em dizanin Kurd ji welatê me hez dikin û em jî ji Kurdan hez dikin; ev hevpeymaniyek ecêb bûye."
Her wiha Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright amaje bi rêza xwe ya kûr a ji bo serkirdayetiya zana ya Serok Barzanî û gelê Kurd ê mezin dike.
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz spasiya Serok Barzanî dike ji bo "çendîn dehsalên hêz û rêberiya ji bo gelê Kurd û xebata ji bo aştiyê."
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo di peyamekê de ji bo Serok Barzanî dibêje: "Karkirina me ya hevbeş çendîn destkeftî ji bo Herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê hebûn. Spas ji bo hevkariya te ya bihêz û dostaniya te ya nêzîk; te Hewlêr kir bajarekî geşbûyî û rola te wiha kir ku Amerîka aramtir bibe."
Serokê berê yê Encumena Nûneran a Amerîkayê Newt Gingrich bal kişand ser berdewamiya pêwendiyan.
Balyozê berê yê Amerîkayê John Negroponte, Serok Barzanî wekî "kesayetiyekî niştimanperwer, çiyager û werzişvan" pênase dike.
Balyozê berê yê Amerîkayê Zalmay Khalilzad bîranîneke xwe ya li gel George Bush vedigêre û dibêje: "Bush ji min re got ku Barzanî wekî wî mirovekî biryar û kiryarê ye."
General û parêzvanên ewlehiyê
Serokê berê yê CIAyê û generalê malnişîn David Petraeus rola Serok Barzanî ya di dariştina Îraqa nû û xurtkirina Herêma Kurdistanê de bilind dinirxîne.
Balyozê berê yê Amerîkayê James Jeffrey spasiya Barzanî dike ji bo têkbirina DAIŞê û dibêje: "Biryara çalakkirina Hêzên Pêşmergeyan a li dijî DAIŞê, ne tenê Îraq, dibe ku hemû Rojhilata Navîn rizgar kiribe."
Efserekî Amerîkî Jay Garnerê ku sala 1991ê serperiştiya parastina Kurdistanê kir, dibêje: "Ez wekî birayekî ji te hez dikim, te Kurdistan gihand vê astê û bavê te Mistefa Barzanî dê bi te serbilind bibûya."
Berdevkê berê yê Hevpeymanan Myles Caggins bi navê "Mam Mesûd" wî pîroz dike û balê dikişîne ser pêwendiya di navbera artêşa Amerîkayê û Pêşmergeyan de.
Kongre û Senatoya Amerîkayê: Piştgiriya bêmerc
Gelek senatoran peyamên pîrozbahiyê şandine. Bill Cassidy û Chris Coons rêza Kongreyê ya ji bo Serok Barzanî tînin zimên.
Chris Van Hollen piştgiriya gelê Amerîkayê ya ji bo Kurdan ducare dike.
Elissa Slotkin dibêje: "Barzanî kesayetiyekî mezin ê dîroka Îraqê ye û bi saya westiyana wî bû ku mafê Pêşmergeyan li Kongreyê hat garantîkirin."
Senatorê Amerîkayê John Kennedy bi peyameke bibandor dibêje: "Ez ji gelê Kurd hez dikim, ew dostên rast ên Amerîkayê ne û hêjayî welatê xwe ne."
Senator James Lankford, Jeanne Shaheen, Kevin Cramer, Mark Warner, Mike Lee, Peter Welch, Rick Scott, Tim Kaine, Angus King û John Moolenaar, hemû li ser wê yekê hevnêrîn in ku Barzanî û Kurdistan stûna aramiyê ne.
Kanada: Karesat e ku Kurd bê dewlet bin
Serokwezîrê berê yê Kanadayê Stephen Harper bi eşkereyî dibêje: "Heke wêrekîya gelê Kurd û serkirdayetiya Barzanî nebûya, dibe ku hemû Îraq biketa. Ji bo cîhanê karesat e ku Kurd ne xwediye dewleta xwe ya serbixwe ne."
Parlamenterên Kanadayê Ahmed Hussen û Ziyad Abdul-Latif rêzê li mêhvandarî û xemxwiriya Barzanî ya ji bo pêkhateyên olî digirin.
Parlamenterê Norwecê Mano Huseniyê ku bi eslê xwe ji Qamişloyê ye, şanaziyê bi xebat û rola Barzanî ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dike.
Parlamentera Ewropayê Georgiana Teodorescu, Barzanî wekî "sembola rûmet û xebatê" pênase dike.
Parlamenterê Gurcistanê Isko Destani dibêje: "Heke malbata Barzanî nebûya, Kurdistan jî nedibû."
Balyozên berê yên Amerîkayê yên Îraqê Christopher Hill, Stuart Jones, Douglas Silliman û Alina Romanowski, di peyamên xwe de balê dikişînin ser agahî û rola çareserker a Barzanî ya di têkbirina DAIŞê û fêrbûna waneyên siyasî ji wî.
Her wiha dîplomat û berpirsên wekî David Schenker, Robert Palladino, Jean Cavitto, Victoria Taylor, Matthew Zais û Ross Perot, hêviya temendirêjiyê ji bo Serok Barzanî dixwazin.
Şêwirmendê siyasî Dr. Walid Phares dibêje: "Ev derfeteke mezin e ji bo têgihîştina destkeftiyên rêberekî mezin ê li dijî tundrewî û Beasê."
Di dawiyê de, peyam hevnêrîn in li ser wê yekê ku Serok Mesûd Barzanî wekî "rêberekî efsanewî" û "dostekî bêhempa yê cîhana azad" pêgeha xwe di dîrokê de çespandiye.
Naveroka peyamên ji bo salvegera jidayîkbûna Serok Barzanî
Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîkayê Robert F. Kennedy: "Ez dixwazim salvegera jidayîkbûneke gelekî baş li Serok Mesûd Barzanî pîroz bikim. Kurd û Amerîka hevpeymanên dêrîn in. Em dizanin, Kurd ji welatê me hez dikin û em jî ji Kurdan hez dikin. Ev hevpeymaniyek ecêb bûye."
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright: "Roja jidayîkbûna Serok Barzanî pîroz be. Rêza min a bêdawî ji bo serkirdayetiya te ya zana û ji bo gelê Kurd ê mezin heye. Ez hêviya rojbûneke tijî şadî ji te re dixwazim."
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz: "Roja jidayîkbûna te pîroz be, Serok Barzanî. Spas ji bo çendîn dehsalên hêz û rêberiya te ya ji bo gelê Kurd û wê nirx û xebata te ya di oxira wî gelî de bexişiye, di oxira aştî û aramiya herêmê de, her wiha ji bo hemû wan karên hevbeş ên ku me bi hev re ji bo pêkanîna aştî û bipêşketina gelên Rojhilata Navîn encam dane."
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo: "Ez dixwazim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna te, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî te bikim, Cenabê Serok. Wekî Wezîrê berê yê Karên Derve û Birêvebirê CIAyê, karkirina me ya hevbeş a di dema borî de çendîn encam û destkeftiyên girîng ji bo xelkê bakurê Îraqê, Herêma Kurdistanê û hemû Îraqê û bi giştî Rojhilata Navîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li pey xwe anîn.
Spas ji bo vê, spas ji bo hevbeşiya te ya xurt, spas ji bo dostaniya te, spas ji bo ku tu ji me re hevbeşekî baş bûyî. Spas ji bo ku tu dostekî gelekî nêzîk ê min bûyî; spas ji bo tiştê tu dikî da ku cîhan bibe cihekî baştir. Tiştê ku li herêma we rû dide gelekî balkêş e, ew jî bi rêberiya te ye. Ez vê yekê dizanim çimkî min bi çavên xwe dîtiye. Me bi hev re karê hevbeş kir, we bala veberhêneran kişand û we Hewlêr kir bajarekî geşbûyî. We bi rastî jiyana gelek kesan baştir kir. Rola we ya mezin wiha kir ku Amerîka aramtir bibe, Cenabê Serok. Min xwest ez vê derfetê bi kar bînim da ku bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna te germtirîn pîrozbahiyan ji te re bixwazim. Careke din ji te re dibêjim spas û hêviya temendirêjî û çendîn salên din ên jiyanê û jiyaneke berhemdar û serkeftinê ji te re dixwazim di rêberiya gelê te de ber bi bipêşketinê ve. Serkeftî bî û Xwedayê mezin te biparêze."
Serokê berê yê Encumena Nûneran a Amerîkayê Newt Gingrich: "Cenabê Serok, roja jidayîkbûna te pîroz be. Gelekî girîng e ku ew pêwendiya ku em her du alî kom kirin, berdewam bike û em wê biparêzin û bi pêş ve bibin."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Îraqê John Negroponte: "Destpêkê bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna Rêzdar Barzanî ve, ez germtirîn pîrozbahiyan lê dikim. Jiyaneke wî ya gelekî balkêş hebûye; ew mirovekî werzişvan bû; tê bîra min ku wî gelekî ji çiyagerî û meşê hez dikir û behsa wan dikir. Wî welatê xwe jî gelekî hez dikir. Ew kesayetiyekî niştimanperwer û mezin e û ez wisa difikirim ku wî ji Amerîkayê jî gelekî hez dikir. Em dostên gelekî baş bûn."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Khalilzad: "Ez bi boneya salvegera jidayîkbûna wî bi şanazî, germtirîn pîrozbahiyan li Serokê herdemî yê Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim. Rêzdar Barzanî serkirdeyekî mezin û dostekî baş e û ez hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Min gelek tişt li ser Serok Barzanî li bîr in. Yek ji wan ên ku niha tê bîra min ew e gava ku em bi hev re ji Îraqê çûn Washingtonê da ku Serok Barzanî bi Serok Bush re hevdîtinê bike, min ji Serok Bush re got ku Serok Barzanî wekî te ye. Serok Bush got, 'Mebesta te çi ye?' Min got, 'Ew wekî te bi hêz e û mirovekî biryar û kiryarê ye.' Gava Serok Barzanî çû nav civînê, Serok Bush got: 'Balyozê min dibêje ez û tu dişibin hev.' Ev bîranîneke xweş e di nav gelek bîranînên karkirina me ya bi hev re li Kurdistan û Îraqê."
Generalê malnişîn ê Amerîkayê û serokê berê yê CIAyê David Petraeus: "Piştî ku ev çendîn sal in ez te nas dikim Kek Mesûd, şanaziyeke rast e ku ez li gel malbat, dost û hezkirên te beşdarî pîrozbahkirina 80yemîn salvegera jidayîkbûna te bibim. Ji bilî vê jî, gava em ahengê ji bo vê qonaxê digirin, em ahengê ji bo temenekî di xizmeta te ya bêhempa de digirin. Rêberiya te wekî fermandarekî Pêşmergeyan, dilsoziya te ya neguher a ji bo parastina gelê Kurd, rola te ya pêwîst û bêsînor di alîkariya dariştina Îraqa nû de piştî rûxandina Sedam Husên, nêrîn û vîna te di avakirin û xurtkirina Herêma Kurdistanê de; di van salan de naskirina te û karkirina bi te re şanaziyeke rasteqîn bûye. Ez hêviya tenduristiyeke baş û berdewamiya hêzê, neviyên zêdetir û bextewariyekê ji te re dixwazim di salên bê de. 80yemîn salvegera jidayîkbûna te pîroz be, Kek Mesûd."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê James Jeffrey: "Ez dixwazim balê bikişînim ser rola Serok Barzanî û xelkê bakurê Îraqê, destpêkê li hemberî Îraqê û hemû herêmê, di nav de jî piştgiriya wî ya van demên dawî ji bo tevlîkirina Kurdên Sûriyeyê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de, her wiha li hemberî xelkê Îraqê bi giştî, û pişt re jî li hemberî ewlehiya Amerîkayê. Dostekî me yê ji Serok Barzanî baştir nîne. Min ji nêz ve bi wî re kar kir, ew jî bi rêya pêwendiyekê di navbera salên 2018 û 2020î de ji bo misogerkirina nûnertiya hemû Kurdên Sûriyeyê.
Her wiha di hilbijartinên Îraqê yên sala 2005an de ew helwesta wî hebû ku rê da da ku pêkhateyeke siyasî ya herêmî di temamiya Rojhilata Navîn de bê damezirandin ku karibe bê bicihanîn, ew jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku îro geş bûye û pêwendiyeke baş bi Bexdayê re heye, her wiha pêwendiyeke baş bi Amerîka, Tirkiye û welatên din ên cîhanê re heye. Herêma Kurdistanê stûneke aramiyê ye ji bo herêmê. Di payîza 2010an de Serok Barzanî bi Amerîkayê re gaveke çareserker avêt di pêvajoya siyasî ya Bexdayê de ji bo şikandina wê xitimîna ku heşt mehan ajot ji bo destnîşankirina serokwezîr û pêkanîna hikûmeteke nû, her wiha ji bo misogerkirina parastina mafên Kurdan ên ku di destûra sala 2005an de hatibûn çespandin. Wê demê me ji nêz ve bi hev re kar kir, her wiha bi hevkariya hev di şerê li dijî DAIŞê de me kar kir. Biryara Serok Barzanî bi çalakkirina temamiya Hêzên Pêşmergeyan a li dijî DAIŞê ne tenê Îraq rizgar kir, dibe ku hemû Rojhilata Navîn rizgar kiribe, ew jî di demeke zehmet û metirsiyeke cidî de di salên 2014 û 2015an de. Em gelekî deyndarê wî ne, gelekî spas."
Senatorê Amerîkayê Bill Cassidy: "Roja jidayîkbûna te pîroz be, Serok Barzanî. Kurdistan her tim di van salên borî de hevpeymana me bûye û di cihê herî zehmet ê cîhanê de kesên wêrek û biwêj di wê herêmê de hebûn. Dostaniya me ya bi Kurdistanê re bijardeyeke gelekî baş e."
Senatorê Amerîkayê Chris Coons: "Îsal bi rêz ve bîranîna 80yemîn salvegera jidayîkbûna Serok Barzanî dikim. Ez gelekî spasdarê serkirdayetî û hevbeşiya wan im di salên borî de. Serok Barzanî, roja jidayîkbûna te pîroz be. Ez baş dizanim ku beşeke zêde ya endamên Kongreyê bi rûmeteke mezin li te dinêrin, ez hêviya serkeftinê ji te re dixwazim di paşerojê de."
Senatorê Amerîkayê Chris Van Hollen: "Ez dixwazim piştgirî û hevxemiya xwe ya berdewam a bi gelê Kurd re ducare bikim. Her wiha pîrozbahiyê li Serok Barzanî dikim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna wî. Em karkirina hevbeş a di navbera Amerîka û gelê Kurd de didomînim û ez kar ji bo berdewamiya wê pêwendiyê dikim; pêwendiyeke bihêz a dostanî û berjewendiya hevbeş. Loma bila ew hevxemiya di navbera gelê Amerîkî û Kurd de berdewam bike."
Senatora Amerîkayê Elissa Slotkin: "Ez dixwazim pîrozbahiyê li Serok Barzanî bikim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna wî. Rêzdar Barzanî kesayetiyekî gelekî mezin ê dîroka Îraqê ye, çîroka min a li ser Serok Barzanî wê demê dest pê kir gava ku DAIŞê beşeke zêde ya Îraqê xist bin desthilata xwe.
Pêşmerge li eniyên pêş ên şer bûn. Kurdan li şûna hemû mirovahiyê şer dikir. Ez bi Rêzdar Barzanî re li Munîhê civiyam û wî çendîn wêneyên balkêş ên li ser Pêşmergeyan nîşanî min dan. Wî behsa wê metirsiyê dikir ku rûbirûyî Pêşmergeyan dibû û behsa wê yekê dikir ku çawa ji bo parastina bingehên mirovahiyê li dijî terorîstan dimirin; her wiha behsa wê yekê jî kir ku tevî wan hewldan û canfîdayiyê, heqdest û şayesteyên xwe yên darayî wernedigirtin, pişt re gelek mehan me karekî berdewam ji bo piştgiriya Hêzên Pêşmergeyan encam da. Bi saya erk û piştgiriya wî mafê Pêşmergeyan ji aliyê Kongreyê ve hat garantîkirin û pereyên taybet ji bo vê mebestê hatin terxankirin. Tiştê ku hat encamdan bi rol û westiyana Serok Barzanî bû, ez baş bi bîr tînim ka çawa di rûniştin û civînan de behsa Pêşmergeyan dikir. Roja jidayîkbûna te pîroz be."
Senatorê Amerîkayê James Lankford: "Cenabê Serok Barzanî, roja jidayîkbûna te pîroz be. Spas ji bo wê pêwendiya bihêz a di navbera me de û spasiyeke bêdawî ji bo we, bi taybetî ji bo parastina wê pêwendiyê. Em Amerîkayî gelekî şanaziyê bi dostaniya xwe ya bi xelkê Herêma Kurdistanê re dikin. Em her tim hêvî didin bipêşketina vê pêwendiyê û bipêşxistina bazirganiya navneteweyî ya di navbera me de. Bê guman karekî gelekî mezin e. Her wiha em dikarin projeyên avakirin zêdetir bi pêş ve bibin. Em dikarin hemû herêmê bi pêş ve bibin. Ez hêviya temendirêjiyê ji te re dixwazim û roja jidayîkbûna te pîroz be."
Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen: "Ez gelekî kêfxweş im ku dikarim hêviya rojeke jidayîkbûnê ya gelekî xweş ji bo Rêzdar Barzanî bixwazim. Em wekî hevpeyman, Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê, me bi hev re kar kiriye û em dizanin ev kar çi qasî girîng bûye, loma spas Rêzdar Barzanî."
Senatorê Amerîkayê John Kennedy: "Ez hêvî dikim tu çend rojan bêhna xwe vedî û demeke xweş derbas bikî. Ez ji gelê Kurd hez dikim. Ez ti koma mezintir a mirovan li cîhanê nas nakim ku welatê wan tunebe û ev li gorî min ne baş e. Gelê Kurd dostên baş ên gelê Amerîkayê bûne lê ya ji wê girîngtir, ew netewe hevbeş û dostekî rasteqîn e. Gelê Kurd bi hêz e û wekî çiyayan ji bo wan tiştên ku baweriya wan pê heye şer dikin.
Ez wisa difikirim ku hinek rewş hebûn ku Kurd tê de ji aliyê Amerîkayê ve bêhêvî bûn. Min di Encumena Senatoran a Amerîkayê de gotiye ku gelê Kurd hêjayî welatê xwe ye. Bêyî wan me nikarîbû tiştê ku bi dest ketiye bikin, ev asayî ye. Gava me pêwîstî bi alîkariya wan hebû, ew li wir bûn. Ez dê her tim spasdar bim çimkî ew kesên ku wan kuştin (DAIŞ) û rê li ber wan girtin, şerxwaz bûn û dixwestin me jî bikujin. Bi alîkariya Kurdan, me karîbû em rê li ber wan bigirin. Ez vê yekê ji bîr nakim."
Senatorê Amerîkayê Kevin Cramer: "Em li Amerîkayê qedirê hemû wan tiştan digirin ku Serok Barzanî piştgiriya wan dike û wan encam dide. Pêwendiyeke me ya girîng, bibandor û carinan jî aloz heye. Lê rêberiya wî û karkirina wî ya bi me re ji bo alîkariya di têkbirina DAIŞê û têkbirina terorê de di wê demê de gelekî çareserker bû. Gava ez lê difikirim hêviyê dide min, gava ez wî dibînim, hêviyê dide min."
Senatorê Amerîkayê Mark Warner: "Ez dixwazim pîrozbahiya xwe arasteyî Serok Barzanî bikim bi boneya roja jidayîkbûna wî. Min di geştên wî yên cuda de yên li Washingtonê ew dîtiye, ew parêzvanekî bihêz ê gelê Kurd e, bi wateya rasteqîn bo bi dehan salan. Ez li beşên Îraqê û cihên din dinêrim, Kurdistan wekî aramtirîn herêma Rojhilata Navîn dimîne. Roja jidayîkbûna te pîroz be, Rêzdar Serok."
Senatorê Amerîkayê Mike Lee: "Serok Barzanî, ez tenê dixwazim germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî te bikim bi boneya roja jidayîkbûna te û spasiya te bikim ji bo dostaniya te ya bi Amerîkayê re."
Senatorê Amerîkayê Peter Welch: "Serok Barzanî, 80yemîn roja jidayîkbûna te pîroz be, ez hêvî dikim her kes li Kurdistanê ahengê ji bo karên te yên baş û karên te yên bêhempa yên ji bo wî gelê tu nûnertiya wan dikî bigire. Ez Peter Welch im, dostê we yê ji Vermontê me. Kurdistan gelekî bi pêş ketiye û cihekî bêhempa ye ligel xelkekî azad. Em dixwazin gelekî nêzîkî dostên xwe yên Kurdistanê bin. Roja jidayîkbûna te pîroz be, Serok Barzanî."
Senatorê Amerîkayê Rick Scott: "Ez Senator Rick Scott im. Ez hêviya rojeke jidayîkbûnê ya xweş ji te re dixwazim."
Senatorê Amerîkayê Tim Kaine: "Ez pîrozbahiya xwe araste dikim bi boneya 80yemîn roja jidayîkbûna Serok Barzanî. Kurd dostên mezin ên Amerîkayê ne."
Senatorê Amerîkayê Angus King: "Ez dixwazim pîrozbahiyê li dostê xwe Serok Barzanî bikim bi boneya 80yemîn roja jidayîkbûna wî. Rêzdar Serok, berdewam bike."
Senatorê Amerîkayê Norm Coleman: "Destpêkê, roja jidayîkbûna Serok Barzanî pîroz be. Em li Amerîkayê, ez nizanim gelo me ev yek bi dengekî pêwîst bilind gotiye an na, lê qedirgirtineke me ya mezin ji bo gelê Kurd heye. Kurd hevpeymanekî bêhempa bûne. Pêşmerge hevpeyman bûn di şerê li dijî DAIŞê û nehiştina kesên xerab de. Ez hêvî dikim em bi dengekî bilindtir jî biaxivin û bihêlin xelkê wan zanibe ku ev pêwendiyeke girîng e. Ducare, pîrozbahiya min qebûl bike Rêzdar Serok û ez spasiya gelê Kurdistanê dikim ji bo hemû piştgiriyên wan ên ji bo Amerîkayê."
Senatorê Amerîkayê John Moolenaar: "Tiştê ku ez jê fêm dikim ev e ku Serok Barzanî, ev 80yemîn roja jidayîkbûna te ye. Ez dixwazim germtirîn hêviyên baş û pîrozbahiyan pêşkêş bikim, ez hêvî dikim ev sal ji bo te saleke baş be. Hay ji xwe hebe."
Endamê Kongreya Amerîkayê George Whitesides: "Ez bextewar bûm ku sala borî li gel endamê bilind Adam Smith ez çûm Kurdistanê, ez tenê dixwazim hêviya xwe ya dilsozane ji Serok Barzanî re bişînim bi boneya 80yemîn roja jidayîkbûna wî û ji bo hevbeşiya me ya li dijî DAIŞê û tundrewiyê. Ez hêviya baştirîn tiştan ji te re dixwazim."
Parlamenterê Kanadayê Ahmed Hussen: "Ev peyamek e ji bo Serok Barzanî. Meha borî em bi hev re rûniştin gava ku te li Hewlêrê li gel hinek hevkarên me em pêşwazî kirin. Gelekî spas ji bo mêhvandarî û pêşwaziya te ya germ, ez dixwazim rêzê li 80yemîn salvegera jidayîkbûna te bigirim, her wiha rêzê li wê demokrasî, azadî û lêborîniya olî bigirim ku te li gel hevkarên xwe li Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îraqê damezirandiye. Careke din spas ji bo mêhvandariya te û hêviya tenduristî û serkeftina berdewam ji te re dixwazim ji bo çendîn salên bê."
Berpirsê navneteweyî Ziyad Abdul-Latif: "Şanaziyeke mezin bi min hat bexşîn gava ku min cara yekem sala 2017an Serok Barzanî dît, û pişt re jî bi berdewamî me hevdîtin dikir. Ez her tim heyrranê aramî, zanayî û zimanê wî yê Erebî yê bêhempa bûm ku alîkariyeke mezin bû di baştir birêvebirina pêwendî û dan û standinên me de. Germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî te û hemû xelkê Îraqê dikim bi boneya 80yemîn roja jidayîkbûna Serok Barzanî."
Efserê malnişîn ê artêşa Amerîkayê Jay Garner: "Ez efserekî malnişîn ê artêşê me. Sala 1991ê ez fermandarê giştî yê hêzên artêşê bûm li bakurê Îraqê, her ji ber wê jî bû ku min Kek Mesûd dît. Li vir ez dixwazim bibêjim me qonaxeke zehmet derbas kir lê bi saya wî me karê xwe bi awayekî serkeftî encam da. Ew mirovekî gelekî baş e û gelê xwe hez dike. Wekî birayekî ez ji te hez dikim, loma hêviya 80yemîn roja jidayîkbûnê ya xweş ji te re dixwazim. Bavê te gelekî bi te şanazî dikir; te Kurdistan gihand vê asta niha ku di baştirîn rewşê de ye. Roja jidayîkbûna te pîroz be Kek Mesûd, ti kes ji te zêdetir ne hêjayî vê ye."
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins: "Mam Mesûd Barzanî, ez dixwazim bibêjim roja jidayîkbûna te pîroz be, roja jidayîkbûna te gelekî pîroz be. Ev qonaxeke girîng e di jiyana cenabê te de. Min bi xwe bi hinek efserekên payebilind re axiviye, di nav wan de General David Petraeus, derbarê wê pêwendiya bihêz a ku artêşa Amerîkayê bi gelê Kurd, Pêşmergeyên Kurdistanê û hemû xelkê re heye."
Parlamenterê Norwecê Mano Huseni: "Cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi şanazî û rûmetdariyê germtirîn pîrozbahiyan li te dikim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna te. Bi eslê xwe ez xelkê Qamişloyê me li Rojavayê Kurdistanê. Beriya du salan ez bextewar bûm bi dîtina cenabê te, di wê hevdîtinê de me rewşa Kurdan guftûgo kir. Rol û xebata te gelekî bala min kişand di wan bipêşketinên ku di encama wê xebatê de pêk hatin, ew cihê şanaziya hemû Kurdan in. Ez gelekî bextewar bûm gava min dît ka rola te çawa bû di piştgiriya gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê. Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ez hêviya tenduristiyeke baş û bipêşketinên zêdetir û temenekî dirêj ji te re dixwazim. Ji Norwecê ez ji te re dibêjim ku roja jidayîkbûna te pîroz be û her sal bi xweşî."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Christopher Hill: "Min tenê xwest wê derfetê bi kar bînim ji bo arastekirina baştirîn daxwazên xwe ji bo Serok Barzanî bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna te, ev destkeftiyeke mezin e. Tu kesayetiyekî gelekî kêmpeyda û diyar bûyî di dîroka wê herêmê de, hinek ji xweştirîn kêliyên jiyana min dema ku ez li Îraqê bûm ew bûn gava ji min re digotin were vir bo Hewlêrê, Serok Barzanî gelek tişt derbarê Kurdistan û Îraqê de fêrî min kirin, ez fêrî gelek tiştan bûm. Beşeke zêde ya wê tiştê ku ez fêr bûm ji te bû, ez tenê dixwazim spasiya te bikim, hêviya baştirîn tiştan ji te re dixwazim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna te, pîroz e û salvegera jidayîkbûna te şad be."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Stuart Jones: "Ez gelekî bextewar im ku germtirîn daxwazên xwe radigihînim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna Kek Mesûd. Serok Barzanî roleke çareserker û girîng lîst di dema mayîna min a li Îraqê û serkirdayetiya wî di têkbirina DAIŞê de bingehîn bû. Ez gelekî spasdar im ji bo dostaniya wî û serkirdayetiya wî ya bêhempa."
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Douglas Silliman: "Îro ez dixwazim pîrozbahiya xwe arasteyî Serok Mesûd Barzanî bikim bi boneya 80yemîn salvegera jidayîkbûna wî. Gava ez balyozê Amerîkayê bûm, min demeke zêde li Kurdistanê derbas kir. Li Barzanê min serdana Serok Barzanî kir, li wir girîngiya çiyayan ji bo min ronî kir û çîroka dîroka wan ji min re got. Ez gelekî piştgirê biryara wî ya wêrekane bûm ji bo serkêşiya Pêşmergeyan, di serkêşiya qonaxa yekem a êrişkirina ser DAIŞê wekî yekem pêngava rizgarkirina Mûsilê. Kek Mesûd, ez dixwazim hêviya temendirêjî û tenduristiyeke baş û bi xweşiyê ji te re bixwazim ji bo 80yemîn salvegera jidayîkbûna te."
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê David Schenker: "Serok Barzanî, 80yemîn salvegera jidayîkbûna te pîroz dikim. Ez hêviya serkeftinê ji te re dixwazim û hêvî dikim bîranîna 120 saliya jidayîkbûna te bikin."
Konsulê berê yê Amerîkayê yê Hewlêrê Robert Palladino: "Kek Mesûd, Serok Barzanî ez dixwazim ji te re bibêjim ku roja jidayîkbûna te rojeke cuda ye. Ez şanaz bûm bi karkirina li Herêma Kurdistanê wekî Konsulê Giştî yê Amerîkayê û bi rûmeteke mezin hevdîtinên xwe bi bîr tînim. Serkirdayetiya te ya bihêz û şiyana te ji bo arastekirina Herêma Kurdistanê, her tim ji bo min cihê rêzê bûye û ez wê rewşa wê demê jî ji bîr nakim ku di dema karkirina xwe ya li Kurdistanê de em tê de jiyan. Pîrozbahiya roja jidayîkbûna te dikim."
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Jean Cavitto: "Roja jidayîkbûna te pîroz be Kek Mesûd, bîranînên min ên gelekî xweş ên wan deman hene gava ez li Hewlêrê li gel te û tîma te kar dikir ji bo xurtkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê. Ji wê jî girîngtir pêwendiyên Kurd û Amerîkayê ku hevbeşiyeke dîrokî ye gelek sedem hene ku wiha li me dikin em spasdar bin ji bo te. Roja jidayîkbûna te pîroz be."
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor: "Ez dixwazim roja jidayîkbûna Kek Mesûd Barzanî pîroz bikim. Wê dema ez li Wezareta Karên Derve bûm, derfet bo min çêbû ku ez wî bibînim. Min her tim çêj ji wan derfetan dîtiye ku ez pê re axivîme. Ew kesayetiyekî zana, bawerpêkirî û aram e ku ji bo hemû Kurdan lîstina roleke girîng didomîne, ne ku tenê ji bo partiya xwe. Ez dizanim ew wekî kesayetiyekî pêşeng dê têkoşîna di oxira gelê Kurd de bidomîne, çi niha û çi di paşerojê de."
Şîrovekar û şêwirmendê siyaseta derve Dr. Walid Phares: "Ez dixwazim Serok Mesûd Barzanî pîroz bikim, bê guman ew rêberekî mezin ê Kurd e li Rojhilata Navîn. Bê guman li Herêma Kurdistana Îraqê ku rêberê xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li bakurê Îraqê li dijî tundrewiyê, Pêşmergetî kiriye, li dijî cîhadiyan û berê jî li dijî Beasa Sedam Husên. Temenê wî dibe 80 sal; loma ev derfeteke gelekî mezin e ji bo têgihîştina destkeftiyên wî; destpêkê li Îraqê, her wiha li herêmê û di ser asta cîhanê de jî."
Berpirsê berê yê Encumena Niştimanî ya Amerîkayê Matthew Zais: "Dîtina Cenabê Serok Barzanî ji bo min şanaziyeke mezin bû. Ji Washingtonê û ji aliyê hemû dostên te ve ji Amerîkayê ez 80yemîn salvegera jidayîkbûna te pîroz dikim. Tu rêberê efsanewî yê gelê Kurd î. Em hêviya serkeftinê ji te re dixwazin."
Karsaz Ross Perot: "Zêdetirî 19 sal in ez dostê Serok Barzanî me, ew mirovekî balkêş e. Rêberekî balkêş ê Kurdistanê ye. Mirovakî gelekî dilgerm û rastgo ye û dostekî mezin ê Amerîkayê ye; ew dostekî min ê gelekî baş bû, di temenê 80 saliyê de ez hêviya çendîn dehsalên din ji wî re dixwazim. Spas."
Balyoza berê ya Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski: "Ez dixwazim 80yemîn salvegera jidayîkbûna Rêzdar Mesûd Barzanî pîroz bikim. Ew destkeftiyeke ecêb e û xebatkarekî efsanewî yê Kurd e û destkeftiyên mezin ji bo gelê Kurd û Îraqê bi dest xistine. Piştî ku min bawernameya xwe wekî balyoza Amerîkayê wergirt, min cara yekem Rêzdar Barzanî dît, me li Hewlêrê serdaneke gelekî bilez kir û hevdîtin li gel wî pêk anî. Bi germî ez pêşwazî kirim û min gelekî çêj ji guhertina bîr û ramanan dît. Di guftûgoyê de ev hate ber çavê min ku ew çi rêberekî balkêş bûye û di rêya xwe de jî berdewam dike; her wiha bibîrxistinêke bihêz bû ji bo armancên me yên hevbeş; her wiha wî berdewamî da xurtkirina pêwendiyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de. Çi qasî girîng bû ji bo berjewendiyên her du aliyên me, çi li Îraqê û çi li herêmê, ducare roja jidayîkbûna te pîroz be Rêzdar Mesûd."
Serokwezîrê berê yê Kanadayê Stephen Harper: "Ez gelekî bextewar im ku dikarim di 80yemîn salvegera jidayîkbûna wî de jidayîkbûna serokê berê Barzanî pîroz bikim, bi kelecan serdana xwe ya ji bo Hewlêrê di sala 2014an de bi bîr tînim. Kanada û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bi hev re kar kir, ez bi eşkereyî dibêjim heke hewldan û wêrekiya gelê Kurd û serkirdayetiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê nebûya, ez dê gelekî bêhêvî bibûma ku dibe ku hemû Îraq biketa.
Herêma Kurdistanê û Kurdan bi rastî roleke sereke hebû di şerê li dijî DAIŞê û wê rêxistina terorîst de, di dawiyê de jî bi ser ketin û ew paş ve birin. Gava ez li Hewlêrê bûm, ez gelekî heyrranê îdareya Serok Barzanî bûm, ji wê demê û heta niha jî ez heyran im, ne tenê bi Serok Barzanî, bi Herêma Kurdistanê jî. Ez vê yekê karesateke cîhanî dibînim ku gelê Kurd ne xwediye dewleta serbixwe ya xwe ye, ez ji sedeman fêm dikim û ew aloz in, lê dîsa jî ez wisa difikirim, ev karesatek e ji bo cîhanê, lê dîsa wekî ku min got bîranînên min ên gelekî xweş hene ji pêwendiyên min bi gelê Kurd re û bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re di bin serkirdayetiya Serok Barzanî de, em hêviya baştirîn tiştan ji te û hemûyan re dixwazin di wê boneyê de ku tijî nirx e."
Parlamentera Ewropayê Georgiana Teodorescu: "Sala borî şanazî û derfeta wê yekê min hebû ku ez ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bêm vexwendin ji bo Kurdistanê û bo Hewlêrê, ji bo ku ez ezmûna dab û nêrîtên bedew ên Kurdan bibînim. Kurd neteweyeke ecêb in, hûn xelkekî balkêş in, gelek tişt hene ku em ji we fêr bibin, li gorî karên Serok Barzanî û hemû jiyana wî, me karîbû agahiyên zêdetir derbarê we de bi xwe re bibin Brukselê ji bo Parlamentoya Ewropayê.
Serokê hêja, Mesûd Barzanî em hêviya temenekî dirêj ji te re dixwazin û em hêvîdar in daxwazên we pêk bên. Hûn nûnertiya sembolekê ji hêz, rûmet, di xebata ji bo mafên neteweya xwe dikin. Bi saya we, Kurdistana îro ne wekî ya berê ye, ji ya berê gelek tiştên zêdetir îfade dike, bi saya we, paşerojeke Kurdan heye, Xweda te biparêze û Xwedê tenduristî û hêzê bide te da ku tu karên jiyana xwe yên ku gelekî ecêb in bidomînî. Em şanaz bûn bi dîtina te, bi hevaltiya li gel te, em hêvîdar in di paşerojeke nêzîk de li Brukselê, li Parlamentoya Ewropayê em te dîsa bibînin."
Parlamenterê Gurcistanê Isko Destani: "Ji kûrahiya dilê xwe ez rojbûna Serok Barzanî pîroz dikim ku dibe 80 salî. Ji kûrahiya dilê xwe ez dixwazim tenduristiya wî baş be û 100 salan û zêdetir bijî. Ez bi xwe çendîn caran çûme Kurdistanê, wê dema bîrdarî li gundê Barzan hat vekirin, ez hatibûm vexwendin. Ji kûrahiya dilê xwe ez dixwazim bibêjim, heke malbata Barzanî nebûya Kurdistan jî nedibû, loma ji dilê xwe hêviya tenduristiya baş ji te re dixwazim. Gava ez çûm Kurdistanê, ez dikarim bibêjim Kurdistan û Hewlêr gelekî bi pêş ketiye. Ez bi baweriyê Êzidî me; siyaseta Barzanî gelekî gelekî baş e. Êzidî û Kurdên Misilman û her miletê din pêwîst e, bila hemû miletê me li ser rêya Barzanî be."


