Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 2 birayên ku ji bo hênikbûnê ketibûn nava Gola Wanê xeniqîn.
Bavê wan xwestiye wan rizgar bike lê hindik mabû ew jî bixeniqe.
Bûyer îro li nêzîkî Kela Amîkê ya li navçeya Tûşbayê ya Wanê qewimî.
Li gorî zanyariyan, S.Ayê 18 salî û M.Ayê 24 salî piştî ku ketin nava Gola Wanê di nav avê de man û hewl da derkevin.
Bavê wan xwest wan rizgar bike
Bavê wan S.A. dema dît ku zarokên wî di xeterê de ne, ji bo rizgarkirina wan xwe avêt nava golê lê hindik mabû ew jî bixenige.
Li ser agahdarkirinê, tîmên pêwendîdar çûn cihê bûyerê.
Bi alîkariya xelkê, bav û her du kurên wî ji avê hatin derxistin.
Tîmên tenduristiyê ew bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê.
2 bira mirin
Tevî hemû hewldanên bijîşkan, her du mirin.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya bavê wan ê ku di bin çavdêriyê de ye baştir e.
Hêzên ewlehiyê û tîmên rizgarkirinê bangî welatiyan kir ku li wan herêmên ku tîmên rizgarkirinê lê nînin nekevin avê.
Wan xwest ku welatî ji bo melevaniyê nekevin avên ne ewle da ku karesatên bi vî rengî çênebin.
Her sal gelek kes di Gola Wanê de dixeniqin
Gola Wanê gola herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Melevaniya li hinek herêman ki ber kûrahî û guherîna asta avê, gelekî xeternak e.
Di mehên havînê de ji ber hewaya germ xelk berê xwe dide qeraxên golê.
Ev yek bi taybetî li Tûşba, Erdîş û navçeyên din ên Wanê tê dîtin.
Lê ji ber nebûna çavdêriya pêwîst û tîmên rizgarkirinê yên li derveyî plajên giştî, her sal gelek welatî di Gola Wanê de mirn.
Piraniya van kesan ciwan û zarok in.


