Hewlêr (Rûdaw) – Serokê PDKyê Mesûd Barzanî got, “PDKyê her tim mafên gelê Kurdistanê parastine.”
Serok Mesûd Barzanî 80 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand ku PDK amûrek e ji bo xizmetkirina xelkê û pêkanîna armanc û nirxên neteweyî.
"PDK dibistaneke têkoşeran e"
Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de 80yemîn salvegera PDKyê li malbatên şehîdan, Pêşmergeyan, alîgirên PDKyê û hemû xelkê Kurdistanê pîroz kir.
Wî da zanîn ku PDK ji bo vegerandina hêvî û hêzê ya ji bo gelê Kurdistanê di serdemekî dijwar de hatiye damezirandin.
Serok Barzanî destnîşan kir ku bi dirêjahiya dîroka xwe, PDK bûye dibistaneke têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê.
Li gorî gotinên Serok Barzanî, PDKyê di hemû qonaxan de mafên rewa yên gelê Kurdistanê bi xurtî parastine.
Baweriya bi bihevrejiyanê
Serok Barzanî bal kişand ser rola PDKyê ya li Kurdistan û Îraqê û got:
"Baweriyeke xurt a PDKyê bi bihevrejiyan, biratî û yekîtiya di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî û hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê de heye."
Serok Barzanî her wiha anî zimên ku PDK prensîba hevpariyê û rêzgirtina di destûrê de, wekî garantiya aramî û geşbûna hemû Îraqê dibîne.
"Erkê sereke xizmetkirina gel e"
Serok Barzanî bangî girse û endamên PDKyê kir û tekez kir ku PDK çavkaniya hêza gelê Kurdistanê ye û got, "Erkê sereke yê PDKyê xizmetkirina gelê Kurdistanê ye."
Serok Barzanî diyar kir ku bi îzna Xwedê û bi îrade û hewldana xelkê Kurdistanê ti astengî nikarin li pêşiya vî erkê pîroz bibin rêgir.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hemû şehîd û Pêşmergeyên ku di xebata PDKyê de canê xwe feda kirine bi bîr anîn.
Wî spasiya kadro û alîgirên PDKyê kir ku bi dilsozî û bêwestan di hemû rewşan de piştgiriya partiya xwe kiriye û ji bo gelê xwe serbilindî tomar kiriye.



