Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber hevberdanê pevçûna bi çekan derket 2 kes birîndar bûn.
Bûyerê doh li navenda Rihayê rû da.
Nîqaşa ku ji ber pirsgirêka hevberdanê dest pê kiribû, zû mezin bû û çek hatin kişandin.
Di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn. Dema pevçûnê, kesekî derdorê ew kêlî bi kameraya telefona xwe tomar kirin.
Polîsan piştî bûyerê dest bi lêkolînê kir û 3 gumanbar desteser kirin.


