Hewlêr (Rûdaw) - YRKyê (Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê) ragihand, "Kesên ku bûne sedema mirina 4 endamên me hatin tesbîtkirin û ew kes dê werin cezakirin."
Artêşa Pasdaran a Îranê 28ê Hezîranê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişek pêk anîbû.
Di êrişê de endamên PJAKê yên bi navên Zarîn Akbaşa bi nasnavê “Arjîn Garzan” a ji Tetwana Bedlîsê, Perestû Sefayî Pura bi nasnavê “Cîhan Sîrwan” a ji Merîwanê, Xelîl Çîçekê bi nasnavê “Bawer Cûdî” yê ji Mûşê û Resul Yeganeyê bi nasnavê “Şahan Gabar” ê ji Xoyê canê xwe ji dest dabû.
YRKya ku baskê leşkerî yê PJAKê ye û li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalak e, ragihand ku wan li ser canjidestdana 4 endamên xwe dest bi lêpirsînê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya YRKyê de hat diyarkirin ku "Artêşa Îranê demên dawiyê bi taybetî li herêma Mehabadê êrişî hêzên wan kiriye."
"Ew dê hesab bidin"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama lêpirsîna ku hat kirin de careke din derket holê ku hevrêyên me hatine tesbîtkirin û şopandin, sedema pêkanîna operasyona leşkerî û mirina wan, xebatên xayînên ku bi dijmin re hevkarî kiriye ne.
Me di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandibû ku çeteyekî bi navê Omer Dehqan ê ku di kuştina çar hevrêyên me de rol lîstiye û tevlî operasyonê bûye, ji bo hilanîna tola vê bûyerê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.
Di çarçoveya vê bûyerê de çend çeteyên din ên ku bi dijmin re hevkarî kirine jî hatine tesbîtkirin. Ew dê di dema guncav de hesab bidin."
"Çekên dijmin deynin"
Di berdewamiyê daxuyaniyê de jî hat gotin:
“Em wekî Fermandariya YRKyê, wan kesên ku destên wan di xwîna gelê me û gerîlayên me de hene, li dijî nirxên gelê me derdikevin, di nav civakê de fesadiyê dikin, qaçaxçitiya madeyên hişbir dikin û ciwanên me ber bi rêyên şaş ve dibin careke din hişyar dikin.
Ew dê teqez werin cezakirin. Ji ber vê yekê banga me ji wan kesan re ew e ku çekên dijmin deynin, bi dijmin re hevkariyê nekin û vegerin nav refên gelê me û bi nasnameya xwe ya Kurdî bi serbilindî bijîn.”



