Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê SOMOyê Elî Nizar ragihand ku ji ber şerê herêmê, firotina petrola Herêma Kurdistanê li gorî rêjeya berê daketiye biniya ji sedî 10an.
Elî Nizar da zanîn ku hinardekirin ji 240 hezar bermîlan daketiye 20 hezar bermîlan.
Elî Nizar ji Rûdawê re ragihand ku Îraqê Tîrmeha 2026an 42 milyon bermîl petrol firotiye.
Ji wê petrolê 35,5 milyon bermîl li benderên başûr û 7 milyon bermîl jî li Ceyhana Tirkiyeyê hatine firotin.
Divê were gotin ku Îraqê beriya aloziyên li herêmê mehane 105 milyon bermîl petrol difirot derve.
Herêma Kurdistanê
Elî Nizar li ser hilberîna petrola Herêma Kurdistanê got, "Petrola Herêma Kurdistanê ya ku diçû Ceyhanê di rojekê de ji 240 hezar bermîlan daketiye nêzîkî 20 hezar bermîlan.
Sedem jî êrişên berdewam ên li ser qadan û vekişîn û rawestandina karê şirketên biyanî ne."
Wî destnîşan kir ku ji bo şirketan "mercên silametî û ewlehiya karmendên wan di ser her tiştî re ne” lewma jî di dema metirsiyên ewlehiyê de yekser karên xwe radiwestînin.
Firotin û bihayê petrolê
Birêvebirê SOMOyê li ser firotin û bihayê petrolê da zanîn, Îraqê wekî hinek welatên Kendavê serî li firotina bi "bihayê aram" nedaye, tewr berevajî vê, mehane bihayê herî baş ji wan şirketan werdigire ku dikarin li benderên başûr bar bikin.
Ew amaje pê dike ku ji ber metirsiyên li Tengava Hurmizê, dibe ku cudahiya di navbera bihayê cîhanî û bihayê firotina petrola Îraqê de bigihîje nêzîkî 20 dolarî.
Peymana nû ya bi Tirkiyeyê re
Îraq û Tirkiyeyê 1ê Tebaxa îsal peymaneke ji bo salekê îmze kir. Ev peyman piştî wê hat ku peymana kevn a her du welatan a ji bo hinardekirina petrolê ya Ceyhanê 26ê Tîrmeha îsal bi dawî bûbû.
Elî Nizar li ser peymana nû ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de diyar kir:
"Me peymaneke ji bo salekê îmze kiriye ku li gorî wê divê em herî kêm 750 hezar bermîl petrol bi rêya xeta boriya Silopiya-Ceyhanê bifiroşin."
Li gorî Elî Nizar, peyman bi wî rengî ye ku mafê Tirkiyeyê heye di wê demê de "bermahiyên kapasîteya xeta boriyê ji bo pêdiviyên xwe bi kar bîne."
Wekî ku Elî Nizar behs dike, Wezareta Petrolê ya Îraqê plan dike ku petrolê bi tankeran ji parzûngehên başûr veguhêze bakur da ku bigihîjin wê kapasîteyê ku rojane milyonek bermîl petrol bi rêya Tirkiyeyê bifiroşin.
Her wiha da zanîn ku şirketa BP ya Brîtanyayê û şîrketên Tirkiye û Amerîkayê dê dest bi bipêşxistina qadên Kerkûkê bikin da ku asta hilberîna petrola xav a Kerkûkê bilind bikin û armanc ew e ku bi rêya boriya Ceyhanê hinarde bikin.
Sûriye
Birêvebirê SOMOyê qala petrola ku diçe Sûriyeyê kir û ragihand:
"Îraq niha li ser projeyeke nû kar dike ku ew jî çêkirina xeteke boriyê ya ji Besreyê heta Hedîseyê û ji wir jî heta Zaxoyê û dûv re jî ji bo Bendera Banyasê ya Sûriyeyê ye.
Ev proje dê bi rêya veberhênana sektora taybet be. Armanca me ew e ku em deriyên hinardekirinê cihêreng bikin û dawî li piştgirêdana temam a bi Tengava Hurmizê bînin."
Piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê, aloziyên berdewam ên li herêmê û girtina Tengava Hurmizê, hinardekirina petrola Îraqê ya bi rêya Hurmizê daketiye asteke gelekî nizm.
Îraq niha tenê dikare petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê bişîne Bendera Ceyhanê.



