Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî li ser sîstema perwerdeyê, vekirina dibistanan û rewşa koçberên li parêzgeha Hisîçayê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Birêvebiriya Ragihandinê ya Hisîçayê ve hatiye belavkirin, Ehmed Hîlalî diyar kiriye ku bernameya perwerdeyê ya niştimanî “bernameya fermî û pejirandî “ye.
Ji ber vê yekê jî dibistan dê li gorî bernameyên ku li Şamê hatine qebûlkirin bên vekirin.
Hîlalî li ser rewşa xwendekarên ku berê li dibistanên Rêveberiya Xweser dixwendin jî wiha got:
"Ji bo xwendekarên ku li gorî bernameya Rêveberiya Xweser dixwendin, dê qonaxeke veguhêz were qebûlkirin da ku derbasbûna wan a nav sîstema nû bi hêsanî were misogerkirin."
Vegera koçberan
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê her wiha destnîşan kir ku bi sedan malbatên ji Serê Kaniyê xwe amade dikin ku vegerin gundên xwe û ser mal û milkên xwe.
Hîlalî eşkere kir ku wan bi koçberên li Hisîçayê re hevdîtinek pêk aniye û li ser dilgiraniyên wan ên li ser ewlehiyê bi awayekî zelal axivîne.
Ewlehî û parastin
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya Hisîçayê dê ji bo nehiştina van dilgiraniyan bixebite da ku rê bide sivîlan ku bi silametî û di nava ewlehiyê de vegerin herêmên xwe.



