Amed (Rûdaw) - Îhsan Cesurê ji navçeya Farqînê ya Amedê, du qirikên ku hêlîna wan xera bûye hildane mala xwe û wan bi hezkirin xwedî dike.
Wî navê yekî daniye "Heval" û navê yê din jî daniye "Yoldaş".
Îhsan bi qirikan re bi Kurdî diaxive û di navbera wî û wan de dostaniyeke germ û xurt çêbûye.
Ew van qirikan bi destê xwe xwedî dike.
Wî ji wan re hewzek çêkiriye da ku avjeniyê bikin.
Her wiha ji wan re stranên Kurdî distirê û gelek lîstikan bi wan re dilîze û qirik jî ji gotina wî dernakevin.
Vîdeoyên wan li ser medyaya civakî belav bûne
Bi taybetî li ser torên civakî vîdeoyên Îhsan û Heval û Yoldaş gelekî balê dikişînin.
Ew bi Heval û Yoldaş re bi Kurdî diaxive û ajel jî li gorî daxwazên wî tevdigerin û bi hezkirin bersivê didin wî.
Tîma me çû mala Îhsan a li Farqînê û careke din bû şahidê vê dostaniyê.
Ji mirinê hatin rizgarkirin
Ji van qirikan yê nêr "Heval" e û ya mê jî "Yoldaş" e û ew her du xwîşk û birayên hev in.
Ajeldostê Farqînî Îhsan Cesur, beriya 3 mehan li navçeya Sasonê ya Êlihê ev qirik dîtin.
Dema ew li ber hêlîneke hilweşiyayî bûn, hîn çêlik bûn û bêçare bûn.
Wî ew ji mirinê rizgar kirin, anîn mala xwe ya li Farqînê û bi hezkirineke mezin mezin kirin.
"Li cem min azad in"
Xwediyê qirikan Îhsan Cesur li ser pêwendiya xwe û balindeyan wiha axivî:
“Ev heywan gelekî biaqil in. Xwedê tenê axaftin nexistiye para van heywanan. Eger biaxiviyana jî dê bibûya tiştekî bêhempa.
Armanca min ew bû ku ez wan bînim, rizgar bikim û paşê azad bikim.
Lê ew hînî min bûn û dev ji min bernadin. Li cem min jî ew azad in, ez dest nadim wan.”
Bi Kurdî ji hev fêm dikin
Hemû dan û standinên Îhsan ên bi Heval û Yoldaş re bi Kurdî ne. Ew bi zimanê Kurdî li hev dikin.
Îhsan ji wan re stranan distirê, çîrokan dibêje, serê wan dişo û wexteke xweş derbas dike.
Îhsan Cesur li ser fêrbûna ziman jî ev tişt anîn zimên:
“Min ew fêrî Kurdî kirine. Ji biçûktiya wan heta niha min wiha gazî wan kir. Ew jî hîn bûn û êdî ji min fêm dikin.
Dema ez diçim kar, ez heta berêvarê dixebitim. Ez dibêjim ka ez dê kengî herim malê. Ez gelekî bêriya wan dikim.
Ez wisa ji wan hez dikim ku ez li bendê me karê min zû biqede û ez xwe bigihînim wan.
Dema ez têm, ez di nîvê rê de bangî wan dikim û tên cem min. Min ew hezkirin daye wan, wan jî ev hezkirin daye min.”
Niha ne Îhsan dikare bêyî Heval û Yoldaş bijî, ne jî Heval û Yoldaş bêyî wî dikarin îdare bikin.
Rewş wiha lê hatiye ku Heval û Yoldaş li asîmanan çi bikin jî gava ku dengê Îhsan dibihîzin bi kêfxweşî difirin û tên hembêza wî.


