Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê, bi dronê êrişî Kampa Azadiyê ya ku malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin hat kirin.
Berpirsekî payebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Êriş nêzîkî demjimêr 20:15an bi droneke ji cureyê Hedîdê hatiye kirin.”
Wî çavkaniyê Rûdawê da zanîn ku ji ber êrişê agir bi nêzîkî Kampa Azadiyê ketiye lê ti zererên canî çênebûne.
Kampa Azadiyê ya li nêzîkî Koyeyê cihê jiyanê ya malbatên endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ye.
Li gorî amaran ji 28ê Sibatê ve bi zêdetirî 164 mûşek û dronan êrişî baregeh û kampên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê Îran û Amerîkayê ya 28ê Sibatê ve li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bi zêdetirî hezar mûşek û dronan êriş pêk hatine.
Di van êrişan de heta niha 32 kes şehîd ketine û 156 kes jî birîndar bûne.



