Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, gora helbestvanê navdar ê çanda devkî Weliyê Wuşênê Îmamî (Velî Kutan) piştî 45 salan li gundê Peterê hat dîtin.
Ji Yekîtiya Nivîskarên Dêrsimê lêkoler û nivîskar Cemal Taş, lêkoler û nivîskar Şahîn Çîçek û komeke dilxwazan ji bo tespîtkirina cihê gora Weliyê Wuşênê Îmamî çûn gundê Peterê.
Kom piştî meşeke nêzîkî 3 demjimêran gihîşt herêma ku gor lê ye û merivê wî Huseyîn Yalniz cihê gora Îmamî nîşan da.
Lêkoler û nivîskar Şahîn Çîçek da zanîn ku Weliyê Wuşênê Îmamî helbestvanekî gelekî mezin e.
Çîçek diyar kir ku di Kirmanckî de sûhare (kilamên şînê) û kilamên ku li ser Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an ji aliyê hunermendan ve tên gotin ên Îmamî ne û wiha pê de çû:
“Weliyê Wuşênê Îmamî helbestvanekî gelekî mezin e.
Piştî komkujiya sala 1938an di Kirmanckî de hem li ser komkujiyê hem jî li ser Terteleyê ev sûhareyên ku em dizanin û hemû kilamên ku hunermendên me dibêjin ên Weliyê Wuşênê Îmamî ne.”
Lêkoler û nivîskar Cemal Taş jî anî zimên ku Îmamî piştî komkujiyên li herêmên cuda yên Dêrsimê sûhare gotine û anî ziman:
“Ji Halvoriyê bigire heta Saqakê û Çiyayê Spî li vê herêmê li ku derê komkujî çêbûbe Welî li ser wan sûhare gotine.
Yekîtiya Nivîskarên Dêrsimê biryarek da ku di serî de helbestvanên me yên Kirmanckî, kê ev bîr aniye heta roja îro em wan bi bîr bînin, wan bidin nasîn û cihê wan bizanin.
Dîrok, bawerî û zimanê me bi saya van kesan gihîştiye heta roja îro. Em minetdarên wan in.”
“Ew helbestvanê çiyayên Dêrsimê ye”
Huseyîn Yalnizê ku cihê gora Weliyê Wuşênê Îmamî nîşan da jî diyar kir ku Îmamî dema li gundên derdorê kesek dimir diçû ser cenazeyan û sûhare digotin û da zanîn:
“Dema li gundên derdorê kesek bi guleyekê an ji ber nexweşiyê dimir Weliyê Wuşênê Îmamî diçû ser cenazeyê, hem sûhare digotin hem jî piştgirî dida xwediyê mirî.
Xwedê rehma xwe lê bike. Ew helbestvanê çiyayên Dêrsimê ye.
Miletê me ew nas kiriye û qedrê wî dizane. Gel ji wî hez dikir, wî jî ji gelê xwe hez dikir.”
Piştî 45 salan vegeriya gundê xwe
Hat ragihandin ku Huseyîn Yalniz sala 1981ê ji gundê Peterê derketiye û piştî 45 salan cara ewil vegeriyaye gundê xwe.
Yalnizê ku merivê malbata Îmamî ye, cihê gora helbestvan nîşan da û kir ku lêkoler bigihêjin gora wî.
Li ser gora ku piştî meşa 3 demjimêran gihîştinê lewheyeke ku li ser "Weliyê Wuşênê Îmamî – Velî Kutan" nivîsandî ye hat çikandin.
Ji aliyê dilxwazan ve ji bo çêkirina gora wî lewhe û melzemeyên din hatin birin.
Bi vê xebatê re gora Weliyê Wuşênê Îmamî ya li gundê Peterê hat tespîtkirin û hat nîşankirin.



