Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku tevî vekişîna wan a ji Başûrê Kurdistanê jî xebatên wan ên di qadên cuda de li Îraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî "hevrêz" dê berdewam bikin.
Li ser metirsiya berdewam a DAIŞê ya li Başûrê Kurdistanê, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kir ku hevkarên wan ên Kurd êdî xwedî şiyana şerê li dijî DAIŞê ne lê ligel vê bipêşketina erênî jî pêwîstî bi parastina wan destkeftiyan heye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser awayê parastina ewlehî, aramî û aştiyê ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Herêma Kurdistanê ya piştî vekişîna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî pirsên Edîtorê Tora Medyayî ya Rûdawê Kehî Mehmûd bersivandin.
Berdevkê wezaretê li ser vekişîna hêzên leşkerî yên Almanyayê yên ji Îraq û Başûrê Kurdistanê got:
"Almanya rêzê li daxwaza Îraqê ya ji bo vekişîna hêzên navneteweyî digire lê ew dawî li hevkariyên xwe nayînin."
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê her wiha destnîşan kir:
"Ji bo me berjewendiyeke hevbeş e ku pêbendbûna Almanyayê ya li Îraqê û li Herêma Kurdistana Îraqê jî bi awayekî hevrêz berdewam bike.
Ev jî bi rêya piştgiriya sektora ewlehiyê, pêbendbûna berdewam a bi aramiyê û her wiha hevkariya ji bo bipêşketinê pêk tê."
Berdevkê wezaretê da zanîn ku ji bo berdewamiya hevkariyan ew li gel aliyên Îraqî di nav dan û standinan de ne.
“DAIŞ li herêmê bi dawî bûye”
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, DAIŞ li Îraqê bi awayekî "daîmî" lawaz bûye û hebûna wê ya li herêmê bi dawî bûye.
Berdevkê wezaretê amaje bi wê yekê nekir ka dê di paşerojê de operasyonên li dijî DAIŞê berdewam bikin an na lê got:
"Hevkarên me yên Kurd û hikûmeta navendî ya Îraqê roj bi roj bêhtir dibin xwedî wê şiyanê ku bi tenê serê xwe li hemberî şaneyên mayî yên DAIŞê bisekinin.
Li gel vê bipêşketina erênî, bê guman pêdiviyeke berdewam heye ku ew serkeftinên hatine bidestxistin bên parastin."



