Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê ragihand ku wan ji astên herî bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê garantî wergirtiye û piştî vê yekê ew dê asta hilberîna li qada gazê ya Kormorê gav bi gav zêde bikin.
Birêvebirê şirketê jî diyar kir ku ew dê heta sibe asta hilberînê derxînin asta berê.
Şirketa Dana Gasê îro daxuyaniyek ji Borsaya Ebu Dabiyê re şand.
Şirketê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên, "Piştî nirxandineke nû ya rewşê û wergirtina garantiyeke zelal ji aliyên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê, asta hilberînê ya li Qada Kormorê dê bi baldarî û gav bi gav were zêdekirin."
Şirketê bal kişand ser wê yekê ku ev biryar ji bo piştgiriya pêdiviyên welatiyan hatiye dayîn.
Ew dixwazin bi vê yekê sotemeniyê bidin santralên elektrîkê yên li Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Îraqê.
Hilberîn dê bibe ji sedî 100
Di vê çarçoveyê de Birêvebirê Şirketa Dana Gazê Şakir Wacid Şakir ji Rûdawê re axivî.
Şakir Wacid Şakir ragihand, heta sêşemê ew dê asta hilberîna gazê ya li qadê derxînin ji sedî 100î.
Berê çi bûbû?
Şirketa Dana Gasê 16ê Tîrmeha 2026an ragihandibû ku ji ber rewşa ewlehiyê wan hilberîna gazê ya li qada Kormorê ya sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî demkî rawestandiye.
Di wê demê de Wezareta Elektrîkê jî daxuyandibû ku 2 hezar û 500 megawatt elektrîk kêm bûye.
Divê were zanîn ku Şirketa Dana Gasê hilberînera sereke ya gazê ye ji bo santralên hilberîna elektrîkê yên li Herêma Kurdistanê.
Qada Gazê ya Kormorê qada herî mezin a gaza xwezayî ye li Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Tê texmînkirin ku heta niha 16 trilyon metresêca yêdega wê ya piştrastkirî heye.



