Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Erziromê li ser lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê ku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î winda bûbû daxuyaniyeke girîng da.
Serdozgeriyê eşkere kir ku bi tohmeta ku "bi awayekî organîze delîl hatine veşartin" li 16 parêzgehan li dijî 19 gumanbaran operasyoneke hevdem hatiye kirin.
Li gorî serdozgeriyê, di çarçoveya operasyonê de 18 gumanbar hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat gotin ku lêpirsîn didome.
Serdozgeriyê da zanîn ku lêpirsîn bi rêya analîzkirina îfadeyan, lêkolînên sîber, xebatên teknîkî û dîjîtal, lêkolînên fînansî û lêkolînên li qadê bi awayekî berfireh tê birêvebirin.
"Birêvebirên payebilind midaxaleyê dosyeyê kiriye"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di bin koordînasyona parêzgarê wê demê yê Dersimê û gumanbarê dosyeyê Tuncay Sonel de tevgeriyane.
Li gorî serdozgeriyê, di heman demê de "nîşanên berçav hatine bidestxistin ku birêvebirên bilind ên îdarî û ewlehiyê û hinek karmendên dewletê, hêza xwe ya dewletê û bandora xwe ya burokratîk bi kar anîne.
Bi vî awayî midaxaleyî pêvajoyên dadî, dîjîtal û bijîşkî kirine."
Serdozgeriyê da zanîn, li gorî zanyariyan gumaneke bihêz heye ku ev bûyer di bin sîwana saziyeke organîze de hatiye kirin ku gelek sûcan li xwe digire.
Ev nêrîn bi zanyariyan û delîlên berçav jî tê piştgirîkirin.
Li 16 parêzgehan operasyona hevdem
Di çarçoveya lêpirsînê de, li dijî wan hêzên ewlehiyê jî operasyon hat kirin ku di dema bûyerê de li Dersimê wezîfe dikirin û tê fêmkirin ku karên gumanbar kirine.
Îro li 16 parêzgehan operasyoneke hevdem hat lidarxistin.
Di operasyonê de li dijî 19 gumanbaran karên qanûnî hatin kirin û 18 polîs hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê diyar kir ku ji bo derxistina rastiyê û ronîkirina hemû aliyên bûyerê, lêpirsîn bi awayekî berfireh û bi hûrgilî didome.



