Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi 4 dronan êrişî baregehên wan hatiye kirin.
Di heman demê de li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî teqînek çêbû.
PAKê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi 4 dronan êrişî Baregeha Çemşarê ya Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê û Baregeha Pakşarê ya partiya wan hatiye kirin.
PAKê derbarê mijarê de dîmenên êrişê belav kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku ji ber êrişê agir bi pûş û palaxê derdorê ketiye.
Li Koyê jî teqîn çêbû
Çend demjimêran beriya vê êrişê, li navçeya Koyê ya Hewlêrê jî teqînek çêbû.
Dîmenên ku gihîştine destê Tora Medyayî ya Rûdawê nîşan didin ku dûman ji quntara çiyayekî Koyê bilind dibe.
Çavkaniyekî ji Rûdawê re da zanîn ku bi dronê êrişî wê herêmê hatiye kirin.
Li Koyê Kampa Azadiyê heye û endam û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li wê kampê dijîn.
Êrişên Îranê
Îran gelek caran êrişî Koyê û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dike.
Tehran wan partiyan bi wê yekê tohmetbar dike ku alîkariya Amerîkayê dikin û li nav Îranê aloziyan derdixin.
Heta niha Îranê bi awayekî fermî êrişa li Koyê li xwe negirtiye lê medyaya nîvfermî ya wî welatî nûçeya êrişê belav kir.
Her wiha partiyên Kurd ên li Koyê jî heta niha li ser êrişê daxuyanî nedaye.
Ev êriş wekî beşek ji şerê Îranê yê li gel Amerîkayê û êrişên wê yên li ser Herêma Kurdistanê tên dîtin.


