Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de cerdevan Fatîh Ozmen bi biryara dadgehê hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de 21ê Tîrmehê 15 kes û 23yê Tîrmehê 2 kes li bajarên Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê hatibûn desteserkirin.
Hevjîna parêzgarê berê yê Dêrsimê Handan Sonel jî di nav wan de bû.
Şeva borî wergirtina îfadeyên cerdevan Fatîh Ozmen û karsaz O.Y. li baregeha cendirmeyan temam bûn û ji dadgehê re hatin şandin.
Dadgehê li ser cerdevan Fatîh Ozmen bi hinceta “kuştina bi qest” û “tunekirina delîl û belgeyên sûc” biryara girtinê da.
O.Y. jî bi şertê qedexekirina derketina derveyî welat hat berdan.
Karên wergirtina îfadeyên 15 kesên din didome ku Handan Sonela hevjîna parêzgarê berê yê Dêrsimê jî di nav wan de ye.
12 kes hatin girtin
Di dosyaya Gulistan Dokuyê de heta niha 12 kes hatin girtin.
Ji xeynî parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel bi tohmeta kuştinê hat girtin.
Gumanbarê sereke Zeinal Abakarov, dayîka wî û zirbavê wî yê polîs Engîn Yucer jî di nav girtiyan de ne.
Her wiha Serbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr, polîs Gokhan Ertok û zêrevanê parêzgar ê wê demê Şukru Eroglu jî hatine girtin.
Gulistan Doku kengî winda bû?
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku ku bi xwe ji parêzgeha Amedê bû, roja 5ê Kanûna Paşîn a 2020an li Dêrsimê winda bûbû.
Malbata Gulistan Dokuyê ev 6 sal in digot ku keça wan hatiye kuştin.
Malbatê îdia dikir ku parêzgarê wê demê Tuncay Sonel ji bo parastina kurê xwe û gumanbarên din delîl veşartine û serê bûyerê girtiye.
Bi van girtinên dawî, malbat û raya giştî li benda dîtina cenazeyê Gulistan Dokuyê û eşkerekirina hemû rastiyan in.



