Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanekê ket.
Agir bi bandora bayê mezin dibe û ber bi cihên niştecihbûnê ve diçe.
Li navçeya Licê tîm hewl didin agirê ku bi pûş û palaxê ketiye vemirînin.
Li derdora taxên Qerehesen, Yenîşehîr û Qeracê yên navçeyê ji ber sedemeke nediyar agir bi pûş, palax û daristanê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, Birêvebiriya Daristanan, AFAD, cendirme û tîmên Bilez ên Tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Xebatên tîman ên ji bo kontrolkirin û vemirandina agir didomin.



