Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê komeleyekê 2 çêlek û 2 golik diyarî Aynî Ozbekê (Xaltîka Eynê) kir ku çêleka wê mirar bûbû.
Xaltîka Eynêya dayîka 7 zarokan a ku li gundê Kinêrîwiyê dijî, piştî mirina çêleka xwe ya li çêrê gelekî xemgîn bûbû û rondik barandibûn.
Piştî ku vîdeoya xemgîniya wê li ser torên civakî belav bû, xêrxwazan ji bo piştgiriyê pêwendî bi malbatê re danî.
Serokê Komeleya "Dunyada Son Umut" Onur Akman çû gundê Kinêrîwiyê.
Akman 2 çêlek û 2 golikên ku bi pereyên xêrxwazan hatibûn kirîn dan Aynî Ozbekê.
Onur Akman diyar kir ku wan piştî dîtina vîdeoya rondikên Aynî Ozbekê dest bi xebatê kiriye û anî ziman:
"Me çêleyên xwe anîn vir. Gelek xêrxwazan piştgirî da.
Ji her derê Tirkiyeyê ji bo malbata me bexş hatin kirin.
Xwedê xêra her kesî qebûl bike. Em kêfxweş in ku me piştgirî da malbata xwe."
Aynî Ozbekê jî eşkere kir ku ew ji ber mirina çêleka xwe gelekî xemgîn bûbû û got:
"Destê wan xweş be, ji bo min 2 çêlek û 2 golik anîn.
Xwedê xêra her kesî qebûl bike.
Xwedê ji her kesê ku piştgirî daye razî be."
Kurê wê Îshak Ozbek jî spasiya xêrxwazan kir û destnîşan kir:
"Çêlekeke me hebû, me ew ji dest da. 2 çêlek û 2 golik dan me. Xwedê ji her kesê razî be."



