Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê hinek endamên CHPyê ku di nav wan de birêvebirên parêzgehê û serokên navçeyan jî hene, ji partiya xwe îstifa kir.
Birêvebirê CHPyê yê Amedê Recep Yavuz li ser navê kesên îstifakirî axivî.
Recep Yavuz got, "Li Amedê 685 endamên partiya me kartên xwe yên endamtiya CHPyê teslîm kirin û îstifaya xwe bi awayekî eşkere ragihand."
Avakirina partiya nû
Serokê berê yê Koma CHPyê Ozgur Ozel beriya niha daxuyaniya "partiya nû" dabû.
Piştî vê daxuyaniyê birêvebiriya CHPyê ya Amedê ya ku 30yê Hezîranê bi biryara Komîteya Birêvebiriya Navendî ya CHPyê ji kar hatibû dûrxistin û serokên navçeyên Rezan, Çêrmûg, Şankuş û Çinarê jî di nav de 685 kesan ji CHPyê îstifa kir.
"Sînorê sebirê hatiye derbaskirin"
Derbarê îstifayan de li Serokatiya Navçeya Rezanê ya CHPyê civîneke rojnamegeriyê hat lidarxistin.
Birêvebirê CHPyê yê Amedê Recep Yavuz di vê civînê de daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe.
Yavuz anî zimên ku sînorê sebrê hatiye derbaskirin û veqetîneke li ser bingeha prensîban êdî neçarî ye.
"Guhên xwe ji dengê rêxistinê re girtine"
Recep Yavuz li ser helwesta birêvebiriya CHPyê jî rexneyên tund kirin û wiha axivî:
"CHP çinareke komarê ye ku Mustafa Kemal Ataturk ava kiriye û malê xwerû yê milet e.
Lê îro birêvebiriya partiyê û endamên Komîteya Birêvebiriya Navendî bi temamî guhên xwe ji dengê rêxistinê re girtine.
Wan hişmendiyeke wesayetparêz serdest kiriye ku vîna xelkê û bingeha partiyê nas nake."



